Li taxeke Şamê di gulebaranê de hejmarek kes birîdnar bû

Di pevçûna li taxa Ruknedîn a Şamê de hejmarek welatî di nav de zarok birîndar bû.

Li taxeke Şamê di gulebaranê de hejmarek kes birîdnar bû
20 sibat, 2026   23:45
ŞAM

Di encama gulebarana li pişt Nexweşxaneya Ibin El Nefîs a li taxa Ruknedîn a Şamê de hejmarek welatî di nav de zarok birîndar bû.

Nûçegihanê me da zanîn ku dengê gulebaranê bihîstiye, wê jî di nava şêniyên taxê de metirsî çêkir.

Nûçegihan diyar kir ku hêzên ewlehiyê gihîşt cihê bûyerê, hewl dide pevçûna di navbera aliyên nenas û ji ber sedemên nenas de bi dawî bike.

Ev pevçûn digel nakokiya ewlehî li Derayê de pêk tên û li gorî agahiyên hatine bidestxistin dengê teqînekê hat bihîstin û pevçûnên li Busra El Şamê berdewam in.

(fr)