Kurd, Suryan û Ermen: Mafê ziman divê di destûrê de were bicihkirin

Pêkhateyên Kurd, Suryan û Ermen destnîşan kir ku divê zimanê wan ê dayikê bi awayekî fermî di qanûn û destûra Sûriyeyê de bê bicihkirin. Ger ev gav neyê avêtin dê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe.

Kurd, Suryan û Ermen: Mafê ziman divê di destûrê de were bicihkirin
21 sibat, 2026   09:03
QAMIŞLO

Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê (21 Sibat) de pêkhateyên Kurd, Suryan û Ermen girîngiya ziman ji bo gelê xwe, daxwaz û hêviyên xwe ji ajansa me re vegotin. 

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesen diyar kir ku şertê pêşîn ê ku neteweyek pê tê parastin, zimane, ew doza zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê mafekî bingehîn dibînin û wek stratêjiyeke sereke ye ji bo wan. Viyanê bi bîr xist ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû neteweyan mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî û rewa ye.

Viyan Hesen da zanîn ku fermîkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li Sûriyeyê bi gotin û biryarnameyan nabe, divê di qanûn û destûrê de bê bicihkirin. Ne tenê perwerde, hemû xebatên ji bo zimanê kurdî pêwîst e di qanûnan de rêya xebatê li pêşiya wan were vekirin û wiha got: “Heke ev gav neyê avêtin, dê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe.”

Endama Saziya Olef Taw a Zimanê Suryanî Semîra Hena diyar kir ku zimanê suryanî berê zimanê Sûriyeyê yê esasî bû. Semîrayê daxwaz kir ku zimanê suryanî bibe zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de, her wiha di dibistanên giştî û taybet de jî were dayîn.

Endama Yekitiya Jinên Ermen a Qamişloyê Mêgrî Sêrgîs da zanîn ku gelê Ermen beşeke resen a Sûriyeyê ne, bi sedan salan zimanê xwe parastiye. Divê tevî zimanê ermenkî di destûra Sûriyeyê de rêzdarî û fermiyeta zimanên pêkhateyan bê parastin û got: "Divê taybetmendiyên Ermenan li ber çavan bên girtin, ne tenê li ser asta dayîna derfetên dersên ziman, pêwîst e di milê dîrok û wêjeyê de jî bê xebitandin.”

Mêgrî Sêrgîs diyar kir divê li Sûriyeyê dezgehên çanda ermenî bên pêşxistin û rê bê dayîn ku zimanê ermenî li komeleyan, dêran û bi awayeke fermî were bikaranîn.

(sb)

ANHA