Parêzgarê Hesekê: Ji bo xurtkirina rewşa xizmetguzarî û îdarî gav tên avêtin

Parêzgarê Hesekê ragihand ku ji bo xurtkirina rewşa xizmetguzarî û îdarî gelek xebat têne kirin û da zanîn ku ji wan gavan dê hemû rêyên bajar werin vekirin û komeke girtî werin berdan.

Parêzgarê Hesekê: Ji bo xurtkirina rewşa xizmetguzarî û îdarî gav tên avêtin
20 sibat, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya parêzgehê, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed xebatên xizmetguzarî  û îdarî yên ku dê werin kirin aşkera kirin.

Parêzgarê Hesekê diyar kir ku piştî temamkirina xebatên pêwîst ên bi armanca silametiya tevgra trafîkê, dê ji roja yekşema bê ve tevahî rêyên bajarê Hesekê werin vekirin.

Parêzgar da zanîn ku roja şemiyê (20 Sibat) şandeyek teknîkî ji Şamê tê ji bo ku xebatên jinûve vekirina Balafirgeha Navneteweî ya Qamişloyê temam bike û dîsa bikeve xizmetê.

Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku komîteyeke pispor çavdêriya pêvajoya entegrasyona saziya giştî ya bazirganî û hilberîna dexlûdan dike û karmendên berê hatine derxistin li gorî rêzikên qanûnî vegeriyane karê xwe.

Parêzgar diyar kir ku wê sibe (şemiyê), komeke girtiyan were berdan û dê rêwîtiyên bejayî yên navbera Hesekê û Şamê jî jinûve werin destpêkirin. Ev yek dê têkilî, tevgera welatiyan û kelûpelan hêsantir bike.

 Parêzgar Nûredîn Ehmed daxuyand ku ji bo jinûve aktîvkirina tevahî beşên xizmetguzariyê ku pêdiviyên şêniyan dabîn bikin, îstîqrara îdarî û xizmetguzarî xurttir bikin, dê qonaxa bê bi rêya saziyên parêzgehê bêtir gavên pratîkî bi xwe re bîne.

(fr)