Remezan cejna dilxweşî, hevkarî û hevgirtina civakê ye

Civak kevneşopiyên xwe yên rojiya Remezanê û cejnê pêk tînin, bi hev re parve dikin, xêran li feqîran dikin û li hevdû dicivin.

Remezan cejna dilxweşî, hevkarî û hevgirtina civakê ye
22 adar, 2026   03:06
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Civaka ku ji dirokê hata niha kevneşopiyên xwe yên bi hezarên salan dişêopîne, di cejna Remezanê de civak merasîm şenî li hev kom dibin û civatên xwe çêdikin.

Bi heyecan û dilekî paqij xêran li feqîran dikin. Xwarinê li hev parve dikin, kulîçe amade dikin, diçin mizgeftê û li hev dicivin. Bi boneya vê cejne jî şenî li hev kom bûn û pirsgirekên xwe çareser dikin.

Ebduselam Cûma yê ji bajarokê Til Marûf ê gundewarê Tirbespiyê der barê mijarê de got :" Di cejnê de hemû pêkhate û netewe li hev dicivin, bi hev re parve dikin û cejnê li hev  pîroz dikin.  Bi merasîm û kevneşopiyên cejnê re têkiliya civakî xurt dibe. Her kes cejna yên dîtir pîroz dikin û diçin serdana hev din."

Ebduselam bang li pêkhate û neteweyan kir ku yekitiya xwe biparêzin da ku kesek fitnê nexe navbera wan.

Selamat Remo jî li  bajarê Çilaxa got: "Em berî cejnê hemû amadekariyên xwe dikin. Li gorî merasîm û kevneşopiyên xwe cejnê pêşwazî dikin. Roja cejnê em di sibeha zû radibin û cejna zarokan bi dilekî şad pîroz dikin."

Fatma Omer a ji bajarê Girke Legê jî anî ziman ku ew şeva cejnê diçin serdana pekrewangehan û wiha got: “Em roja yekemîn a cejnê diçin serdana pakrewangehan û cejna şehîdên xwe pîroz dikin, dura tên malê bi mêvanê xwe re roja xwe derbas dikin.”

(np)

ANHA