Li seranserê cîhanê pirtûkên Rêber  Abdullah Ocalan hatin xwendin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li zêdeyî 160 navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” li darxistin.

Li seranserê cîhanê pirtûkên Rêber  Abdullah Ocalan hatin xwendin
11 kanûn, 2023   11:29
NAVENDA NUÇEYAN

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li çar aliyê cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyan de beşên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, fikrên wî hatin nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Bi boneya 10’ê Kanûnê “Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Ocalan” ku li seranserê cîhanê hatiye ragihandin, li gelek navendan di serî de li Elmanya, Fransa û Îtalyayê, Swêd, Swîsre, Hollanda, Yewnanistan, Latîn Emerîqa çalakî hatin lidarxistin û parçeyên ji parêznameyên Rêber Ocalan hatin xwendin û peyama “Fikrên azad nayên hepis kirin” dan. Hinek ji wan navendan wiha ne:

Îtalya

Li gelek navendên Îtalyayê li ser mijarê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de beşên ji parêznameyan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.

Roma

Bologna

Palermo

Parma

Torîno

Chierî

Elmanya

Li bajarên Elmanya Berlîn, Frankfurt, Darmstadt, Saarbrucken, Wuppertal, Maînz û Hildesheîmê jî têye di êi dehan navendan de bi heman armancê çalakî pêkhatin. Li hemu bajaran beşên ji pirtûkên Rêber Ocalan bi Elmanî û Kurdî hatin xwendin û sohbet hatin kirin. xwendina pirtukên Rêber Ocalan eleqeyekî mezin komkir.

Berlîn

Hîldesheîm

Frankfûrt

Darmstadt

Saarbrucken

Wûppertal

Fransa

Li Fransa jî li bajarên Parîs û Reîmsê bi beşdariya komên akademîsyen, xwendekar û welatparêzan bi xwendina parçeyên ji parêznameyên Rêber Ocalan hatin xwendin. Zanyarê siyasetê Nîls Andersson, endama Jineolojiyê Sarah Marcha û enternasyonalîst beşdarî çalakiya li Parîsê bûbûn. Di çalakiyan de parêznameyên Rêber Ocalan bi Fransî hatin xwendin û nîqaş hatin meşandin.

Parîs

Reîms

Swêd

Stockholm

Li bajarê Stockholm ê Swêdê bi sernavê “Bi Ocalan re Diyalog” çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser projeya netewa demokratik û pirsgirêka civakan nîqaş hatin meşandin.

Belçîka

Bruksel

Hollanda

Den Haag

Latîn Emerîka

Li welatê Latîn Emerîqa Meksiko çalakiyên xwendina pirtukên Rêber Ocalan li bajarên Meksiko City û Krell pêkhatç

Meksiko Sitî

Krel