Hilbijartinên Başûr, aloziya li Deryaya Sor û Kongreya COP 28 mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser rewşa li Başûrê Kurdistanê, bûyerên li Xezayê, aloziya li Deryaya Spî, her wiha kongreya avhewayê.

Hilbijartinên Başûr, aloziya li Deryaya Sor û Kongreya COP 28 mijarên rojnameyên erebî ne
11 kanûn, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ZÊDEBÛNA NAKOKIYAN GEFA ASTENGKIRINA HILBIJARTINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIXWE’ 

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de nakokiyên giran ên têkildarî kotaya kêmneteweyan di parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê de wekî nîşaneya aloziya siyasî hate nirxandin. Her wiha hate gotin, dibe ev nakokî piştî ku dadgeha Iraqê biryara xwe ya ser pirsgirêkê bide, zêdetir bibe û di encamê de pêkanîna hilbijartinan di wexta xwe de asteng bike.

‘NAKOKIYÊN ÎSRAÎLÊ LI SER REWŞA XEZAYÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî  têkildarî rewşa li Xezayê nivîsek weşand. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku “Ji derveyî daxuyaniyên fermî yên fermandarên leşkerî û rêveberên siyasî yên Îsraîlê ku îdia dikin tevgera Hemasê nîşaneyên şikestina li hember êrişên dijwar ên Îsraîlê didin, her wiha îdiayên ku fermandariya bilind a Hemasê serweriya xwe ya li ser rêveberiya meydanî ji dest dide, lê li gorî texmînên wan (Îsraîlê) pêwîstiya wan bi mehên dû dirêj û dibe zêdetirî salekê be heye da ku armancên şer an ku ′qirkirina Hemasê′,  vegerandina dîlgirtiyan, pêkanîna tedbîran ewlekirina Xezayê pêk werin.”

‘HÛSÎ ŞERÊ KARÎDORAN LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ KÛR DIKIN: HIŞYARIYÊN ŞEREKÎ BERFIREH’

Rojnameya Ereb El Cedîdî di hejmara xwe ya îro de cih da aloziya li Deryaya Sor.

Di nivîsê de hate gotin şerê korîdoran ku hêzên Hûsiyên li Yemenê li dijî Îsraîlê pêk tînin, kûrtir dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku van êrişan hedefkirina keştiyên şîrketên Îsraîlê derbas kirine û tevahî keştiyên ku di Deryaya Sor re ber bi Îsraîlê ve diçin, dike hedef. Li gorî rojnameyê “Ne xwarin û ne jî derman derbasî Xezayê nabin ku rastî êrişeke dijwar û ambaroyek şidandî ya Îsraîlê tê û di encamên wê li ser aboriya Îsraîlê mezin bin.”

‘DI KONGREYA AVHEWAYÊ DE NAKOKÎ’

Tora El Hura jî bal kişand ser Kongreya Avhewayê (COP 28). Di nivîsê de hat diyarkirin ku Kongreya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ku li Dubeyê tê lidarxistin, tevî dijberiya Erebistana Siûdî û nezelaliya şert û mercên lihevhatineke gengaz jî, lê hewldaneke berbiçav heye ku dest ji enerjiyên fosîlê bê berdan, berî 24 saetan ji bidawîbûna kongreyê.

(bb)