Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê de 8 kes birîndar bûn

Di êrişên Îsraîlê yên li ser gundewarên Şamê û Quneytîra yên li başûrê Sûriyeyê de, 8 kes birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê de 8 kes birîndar bûn
11 kanûn, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên nêzî balafireha Şamê, Seyda Zeyneb û Eqreba 3 caran topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişa li dijî baregehên hikumeta Şamê yên li nêzî herêmên niştecihbûnê yên li herêma Seyda Zeyneb a gundewarên Şamê de, 3 sivîl û bi kêmanî 5 leşker birîndar bûne.

Hemwextî êrişa li ser nuqteyên li gundewarên Şamê, Îsraîlê li derdora bajarokê Heder ê li bakurê Quneytîrayê jî nuqteyek hêzên Şamê kir hedef.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve Îsraîlê 30 êriş (10 bi moşek, 19 hewayî û yek nayê zanîn ku bejahî ye an hewayî ye) li dijî Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 32 leşker û 2 sivîl hatin kuştin.

(bb)