Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Hemû kes werin berxwedanê

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî û SMOyê li  Pirsûsê meşeke li dar xist û gotin: “Em li Pirsûsê berxwedana gelê Kurd ya ku ji bo azadiyê silav dikin. Bila her kes wire berxwedanê.”

Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Hemû kes werin berxwedanê
15 ÇILE, 2026   16:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Demkî û çeteyên giredayê deleta Tirkiyê di 6ê Çileyê de bi hezaran çeteyan xwe ve êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di êrişan de gelek Welatî jiyana xwe ji dest dan û sed hezaran kes jî ji cihên ku lê dijiyan koçber bûn.

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û Rojavayê li navçeya Pirsûsa ya bajarê Rihayê a bakurê Kurdistanê bi dirûşma, “Rojava hêvî ye, wijdan e: Gelê Rojava ne bi tenê ye” meşekê li dar xist.

Birayê Rêberê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî, Parlamenter û Hevşaredarên DEM Partiyê û bi hezaran welati tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mîrovahiyê” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava, Rojava Rojhilat e Kurdistan yêk welat e” Kujer HTŞ hevkar AKP” hate berzkirin.

Gel li Qada Pirsûsê kom bû û dest bi meşê kir. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî. Ayşe Surucu diyar êrişên li ser Kurdan tên meşandin pêk tê şermezar kir û wiha got: “Em li Pirsûsê berxwedana gelê Kurd ya ku ji bo azadiyê silav dikin. Dilê me li cem gelê me ye.”

Piştre Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir diyar kir ku ew bi rojan in ji ber êrişan li ser pêyan in û wiha axivî: “Yê ku me rakiriye li ser pêya Ziyad Heleb û gelê Kurd e. Em ê li pey şopa wan bin. Heta ku statûya Rojava bê qebûlkirin dê gelê Kurd li ser pêya bê. Em dizanin ku zihniyata DAÎŞ û HTŞê dixwaze statûya gelê Kurd tune bike.

Di dawiya daxuyaniyê de Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku dengê wan diçe Kobanê û ev tişt ani ziman: “Tiştên ku li Kobanê qewimin di hişê gelê Kurd de ye. Li Kobaniyê kuştin û koçberî çêbûn. Ji bona wê, dilê gelê Kurd ji bo Heleb û Rojavayê diavêje. Ji me re behsa bangawaziya 27ê Sibatê tê kirin. Bêle em jî jixwe bi salan e ji bo vê bangê têdikoşin. Ji bo jiyanek hevpar em li ber xwe didin. Bangawaziya 27ê Sibatê ji bo her kesî ye. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ziman ji bo pêşxistina pêvajoya bila hebê. Lê em dibînin ku zimanê wan li dijî pêvajoyê ye.”