Careke din droneke xwekuj êrişî Girê Sîryatêl kir

Çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker careke din bi droneke xwekuj êrişî Girê Sîryatêl ê derdora Bendava Tişrînê kir.

Careke din droneke xwekuj êrişî Girê Sîryatêl kir
15 ÇILE, 2026   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji herêmê da zanîn ku careke din çeteyan bi droneke xwekujî êrişî Girê Sîryatêl kir.

Beriya çend kêliyan çeteyan bi dronên xwekujî êrişî gundê Hec Hisên û Girê Sîryatêl ên derdora Bendava Tişrînê kiribûn.

Çavkaniyan diyar kir ku tu windahî çêbûne.

(fr)