Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 

Îsal li Şedadê hejmara xwendekaran zêde bû û bi wê re hejmara mamosteyan jî zêde bû. Navenda Perwerde û Fêrkirinê hewl dide xebatên xwe bi pêş bixe ji bo ku nifşekî zana bigihîne.

Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 
Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 
Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 
Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 
Li Şedadê hewldanên pêşxistina perwerdeyê 
31 cotmeh, 2024   07:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerde bi zimanê zikmakî ye. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevahî zimanên li herêmê wekhev in. Mafê her gelekî yan jî kêmneteweyekê heye xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bi rêxistin bike û perwerde bike.

Di hevpeymanê de 3 zimanên sereke; kurdî, erebî û suryanî hene. Her pêkhateyek bi zimanê xwe fêr dibe. Xwendekar dikarin li kêleka zimanê zikmakî, zimanên din jî bi dilxwazî fêr bibin.

Li ser vê bingehê, materyalên seretayî, navîn û amadehî bi her sê zimanên fermî hatin amadekirin.

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, perwerde bi zimanê erebî ye û li kêleka wê waneyên zimanê kurdî têne dayîn.

Têkildarî mijarê mamosteyê zimanê kurdî ya Dibistana Mihemed Faris Huda El Cebir diyar kir ku armanca wan, pêşxistina behreyên xwendekaran di aliyê zimanê kurdî, girêdana çandî û naskirina zimanên gelên din ên herêmê de ye.

Navenda Perwerde û Fêrkirinê ya Şedadê ji bo pêşxistina xebatên perwerdeyê, kursên perwerdeyê ji bo mamosteyan li dar dixe û pirtûkan ji xwendekaran re peyda dike.

Hevseroka Dibistana Mihemed Faris mamoste Celîle El Dixêm jî got hejmara xwendekaran her ku diçe pirtir dibe. Celîleyê da zanîn ku bi wê re hejmara mamosteyan yên branşên cuda zêdetir dibe.

Celîle bal kişand ser rêbazên perwerdeyê li herêmê û diyar kir ku ev rêbaz, behreyên xwendekaran bi pêş dixin û wan têve didin xwendinê.

Li Şedadê 100 dibistanên sereteyî, navîn û amadehî hene. Du danên rojê perwerdeyê didin.

Berdevkê Komîteya Serjimariyê ya Navenda Perwerdeyê ya Şedadê, Macid Mihemed got: "Hejmara xwendekaran sala borî 9 hezar û 300 bû lê îsal 12 hezar xwendekar di dibistanên bajêr de fêr dibin.

Mihemed da zanîn ku hezar û 100 mamoste di wan dibistanan de xebatên perwerdeyê bi rêve dibin.

Mihemed anî ziman ku ji ber pabendiya mamosteyan, tevî zehmtiyên li pêşiya wan derdikevin, hejmara xwendekaran zêde dibe.

Hevseroka Dibistana Mihemed Faris, Celîle El Dixêm got: "Rast e gelek pêşketin çêbûye, lê di branşên zanyarî û bîrkarî de, kêmasî heye."

Macid Mihemed jî got hewldanên wan ji bo ku pirsgirêkan çareser bikin, berdewam in.

Navenda Perwerde û Fêrkirinê ya Şedadê ji bo pêşxistina perwerdeyê û behreyên xwendekaran dem demê pêşangeh û pêşbirkan ji xwendekaran re li dar dixin.

(şx/k)

ANHA