Kombûna Jinan a Zenûbya komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê 4 ‘komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’ ava kirin. Her çar komîteyan xwe bi rêxistin kir û dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kirin
Kombûna Jinan a Zenûbya komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kirin
Kombûna Jinan a Zenûbya komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kirin
Kombûna Jinan a Zenûbya komîteyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kirin
31 cotmeh, 2024   04:10
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Kombûna Jinan a Zenûbiya vê dawiyê li kantonên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê 4 komîte bi navê "Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo însiyatîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan" ava kirin.

Kombûnê di civîna xwe ya salê de ku li Tebqayê 25`ê Tîrmehê li dar xistibû, plansaziyek danî û li gorî wê plansaziyê ev komîte ava kir.

Li gorî endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Osman, endamên van komîteyan, jinên ji hemû pêkhateyan, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, tevger û rêxistinên jinan in.

Meryem wiha domand: "Piştî civînê yekser me li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê dest bi avakirina her 4 komîteyan kir. Komîteyan jî dest bi lidarxistina civînên xwe yên rêxistinî kir."

Meryemê bal kişand ser armanca avakirina komîteyan û got: "Me xwest komîte diyarî Rêber Abdullah Ocalan bikin ku wî jî rêgezên îdeolojiya rizgariya jinan 8`ê Adarê ji me re diyarî kir. Em hêvî dikin ku destkeftiyeke mezin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Meryem têkildarî xebatên komîteyan ev agahî parve kirin: "Komîteyê bernameya çalakiyan danî. Li gorî wê, li kêleka meş û komxebatan dê komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bike. Jixwe van komîteyan dest bi xwendine pirtûka 4`an a bi navê `Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk` kiriye."

Li gorî Meryemê, piştî qedandina xwendina Parêznameya 4’emîn, dê panelek were lidarxistin.

(şx/k)

ANHA