‘Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temam dibe’

Şêniyên Dirbêsiyê û Holê yên kantona Cizîrê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi ramanên xwe çareser bike.

‘Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temam dibe’
31 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ-ELÎ EL SULTAN

Piştî 44 mehan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan ku parlamenterê DEM partiyê ye, Omer Ocalan 23`yê Cotmehê bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kir. 

Omer Ocalan nameya Rêber Abdullah Ocalan ragihand ku dibêje: "Tecrîd berdewam e. Heke şert û merc ji min re saz bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku tundiyê û şer veguhêzim zemîna hiqûqî û siyasî."

‘RÊBER ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ ME YE’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê kêfxweşiya xwe bi pêkhatina hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman.

Şêniya bi navê Xewle Welî got: "Dewelta Tirk fêm kir ku çareseriya tevahî pirsgirêkan di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye."

Xewle destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve gavan davêjin û wiha domand: "Ji bo ku pêvajoya serkeftinê temam bibe divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidetxistin."

Jina ciwan a bi navê Silava Simo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêza ramanên xwe û bandora wan li ser gelan îsbat kir.

Silava ev li gotinên xwe zêde kir: "Şoreşa 29 a gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Rizariya Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan, şoreşa serkeftina gelê Kurd e."

Silava diyar kir ku tenê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nûnerên gelê Kurd li Kurdistanê ne.

Şêniya bi navê Beyan Dawûd jî got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, bingeha azadiyê û xilasiya gelê Kurd e û bi saya ramanên wî Kurdan ewqas destkeftî bi dest xiistin."

Beyan ev li gotinên xwe zêde kir: "Yên bi dijminên gelê Kurd re ne, nûnertiya kurdan nakin. Yê nûnertiya me dike, tenê Rêber Abdullah Ocalan e."

NAMEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Şêniyê bi navê Ehmed El Ebdo ji bajarê Holê ye têkildarî mijarê got: "Em bi pêkhatina hevdîtinê kêfxweş in. Lê tecrîd hîna berdewam e. Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de careke din destnîşan kir ku dikare şer û tundiyê bikişîne, aştiyê û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike."

Şêniya bi navê Sema El Ehmed jî got: "Ji nameyê tê fêmkirin ku Rêber Ocalan baş e û dikare pirsgirêkan çareser bike."

Sema li hember pergala îşkence û qirkirinê û ji bo bobestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Şêniyê bi navê Şahîn El Heran jî got: "Piştî tecrîda 4 salan û qutbûna agahiyan li ser Rêber Abdullah Ocalan, hevdîtin pêk hat û wî name ji gel re şand."

El Heran di dawiyê de destnîşan kir ku divê Tirkiye pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bike û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bikare pirsgirêkan nas bike û çareser bike, divê şert û mercên guncaw peyda bike.

(şx/k)

ANHA

şedadê

dirbêsiyê