Bîlançoya komkujiya Siwêdayê: hezar û 677 kes hatine kuştin

Ji 13’ê Tîrmehê ve, di êrişên li ser bajarê Siwêdayê de hezar û 677 kes hatin kuştin, ji wan 452 meydanî hatiye qetilkirin.

Bîlançoya komkujiya Siwêdayê: hezar û 677 kes hatine kuştin
16 tebax, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê (SOHR) ragihand ku di êrişên li ser parêzgeha Siwêdayê de ku 13`ê Tîrmehê dest pê kiriye û heta ragihandina agirbestê 20`ê heman mehê, 23 kes bi destê endamên Wezareta Parastinê û Karên Hundirîn, hêzên alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê meydanî hatine qetilkirin. 

Bi vê daneyê re bîlançoya qurbaniyên bûyerên li Siwêdayê yên meydanî hatine qetilkirin derket 452 kesan. Di nav de jin, zarok, kadroya tenduristiyê heye. Ev dane, hovîtiya sûcên di wê demê de hatine kirine, rave dike.

(ac/şx)

ANHA