Li Şamê cihên leşkerî hatin topbarankirin

Der barê teqînên duh Şamê çêbûn de, li gorî agahiyan, cihekî leşkerî, derdora qesra serokatiyê û mizgeftek hatin hedefkirin.

Li Şamê cihên leşkerî hatin topbarankirin
4 ÇILE, 2026   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Şamê dengê teqînan hatin bihîstin. Hate zanîn ku derdora qesra serokatiyê, devera Mezê 86 û balafirgeha Leşkerî ya Mezêyê hatin hedefkirin. Lê der barê windahiyên mirovî û zerarên madî agahî nehatin parvekirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanê me, gule li derdora qesra serokatiyê ya li herêma "Ketîbe" û devera navbra Mezê 86 û qesra serokatiyê de ketine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku gule li 3 cihan: ya  yekemîn  nêzî ketîbeya li çiyayê li beramberî taxa Mezê 86, ya duyemîn li piştî mizgefta El Mihemedî ya li Mezê Vêlat ku kesayetên rêza yekemîn a desthilata Şamê lê dimînin û ya sêyemîn jî li nêzî balafirgeha leşkerî ya Mezê ketine.

Medyayên ser bi hikumeta veguhêz ve jî ragihand ku guleyek li qubeya mizgefta El Mihemedî, avahiya peywendiyan a li heman herêmê û guleya sêyemîn li derdora balafirgeha leşkerî ya Mezê ketine.

(b)