Di xwepêşanderên Îranê de 4 Kurd û jinek hatin qetilkirin

Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 4 xwepêşanderên Kurd li Îlamê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin qetilkirin. Li Farsanê jî jinek ciwan hate kuştin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Di xwepêşanderên Îranê de 4 Kurd û jinek hatin qetilkirin
4 ÇILE, 2026   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 28’ê Kanûna 2025’an ji ber qeyrana aborî, siyasî û civakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan ddestpêkirin. Xwepêşandan di roja 8’an de berdewamin û her diçe belav û berfireh dibin.

Li gorî Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di xwepêşandanên girseyî yên li bajarokê Melekşah a ser bi bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê de, 4 xwepêşanderên Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin qetilkirin.

Hate diyarkirin ku navê welatiyên hatine qetilkirin Reza Ezîmzade, Fariz Aqa Mihemedî, Mihemed Bizwene û Mehdî Îmamîpûre.

Her wiha Rêxistinê da zanîn ku di heman xwepêşandanan de herî kêm 30 kes di encama êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Melekşahî û Îlamê, bijîşkên her du navendên tenduristiyê bangek lezgîn kirin û gotin ku pêwîstiya wan bi xwîn û bijîşkên pispor hene.

Li Melekşahî hewayek ewlehiyê ya tund serdeste û tevî belavkirina berfireh a yekîneyên taybet û hêzên pasdarên şoreşê li ser rêyên nexweşxaneyê jî, xelk li dora navenda bijîşkî kom bûne û dernakevin.

Hêzên yekîneya motorsîkletan ên ser bi rejîma Îranê gelek caran hewl dane ku bikevin nexweşxaneyê û birîndaran binçav bikin, lê rastî berxwedana gel û karmendên nexweşxaneyê hatine.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, li Melekşahî xwepêşander ketine nav ofîsa Îmam Xumeynî û avahiya Saziya Şehîdan. Di navbera xwepêşander û hêzên navendê de pevçûn derketiye û di encamê de endamê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê Letîf Kerîmî hatiye kuştin û du xwepêşanderên Kurd birîndar bûne.

LEŞKERAN Lİ FARSANÊ JİNEK CİWAN KUŞT

Her wiha Li aliyê rin leşkerên rejîma Îranê li navçeya Farsan a Îranê li ser çalakgeran gule reşandin. Di êrîşê de jina ciwan Sâger Etemadî jiyana xwe ji dest da.