Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin

Bi sed hezaran kes îsal jî li Rojhilatê Kurdistanê li qadên Newrozê li hev kom bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin
19 adar, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN  

Ji 18'ê Adarê û vir ve li Rojhilstê kurdistanê  pîrozbahiyen Newrozê  hatin lidarxistin.

Doh jî li gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran kes Newroz hat pîrozkirin. Hin ji navendên ku Newroz lê hatin pîrozkirin wihane;

Li gundê Qarnê ya ser bi bajaroka Nexde ya girêdayî Urmiyê Newroz hat pîrozkirin.

Li bajaroka Dizê ya Mergewer a girêdayî Urmiyê Newroz hat pîrozkirin.

Li gundên Bêwran û Sîsêr yên ser bi bajarê Serdeşt Newroz hat pîrozkirin.

Li gundên Şînawê û Badînawê yên girêdayî Pîranşar Newroz hat pîrozkirin.

Li gundê Qelewarî ya Serpêl Zehaw a girêdayî Kirmaşanê Newroz hat pîrozkirin.

Li gundê Qelakun girêdayî Seqizê Newroz hat pîrozkirin.

Li gundê Kêwereş û gundê Hisên Abad ên girêdayî Bokanê Newroz hat pîrozkirin.

Li gundê Serdoş yê girêdayî bajarê Merîwanê Newroz hat pîrozkirin.

Di hemû pîrozbahiyên hatin lidarxistin de gel bi cilûbergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn û li ber stranan govend gerandin.