Şervanê HAT’ê Cengîz Hesekê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên saziyên civaka sivîl cenazeyê şervanê HAT’ê Cengîz Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar spart axê.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê îro merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Antîterorê (HAT) yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Xelef (Cengîz Hesekê) ku 17`ê Adarê li bajarê Reqayê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê li dar xist.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo şehîd Cengîz bi bîr anî û got: "Bi saya fedakariya zarokên xwe em îro di nava ewlehiyê de dijîn. Di vê pêvajoya hestiyar de, divê em girîdayî hêzên xwe bin da ku em bi azadî û bi rûmet bijîn.”
Ji fermandarên HAT’ê Diyar Hesekê jî axivî û cesaret û rola pêşeng a şehîd Cengîz nirxand û destnîşan kir ku hevrêyên wî dê li ser şopa wî berdewam bin. Diyar Hesekê her wiha got: "Şehîd Cengîz ji bo parastina vê xakê mînaka fedakariyê bû. Soza me ew e ku em wek hêzên fedaî rê nedin tu kes zirarê bide axa me, rûmeta me û destkeftiyên gelê me.”
Piştî axaftinan belgenameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Cengîz bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.
(k)