Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin

Çalakvanên li bajarê Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê "Danezana Destûrê" ku ji aliyê desthilatdarên Şamê ve hatiye amadekirin, red kir û daxwaza destûreke nû ku piralî û nenavendîbûnê garantî dike, kir.

Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
Nerazîbûnên li dijî ‘Danezana Destûrê’ dewam dikin
19 adar, 2025   13:33
HESEKÊ

Xwepêşandanên gel li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li dijî Danezana Destûrê ketin roja xwe ya duyemîn. Çalakvanan îro xwest destûr were guhertin da ku daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk bîne.

Çalakvanên siyasî û kesayetên civakî û rewşenbîr beşdarî xwepêşandanan bûn û diyar kir ku Danezana Destûrî nûneriya vîna gel nake, lê stemkarî û dûrxistinê diçespîne.

Xwepêşandêran pankartên “Em daxwaza destûreke piralî û nenavendî dikin” û “Destûra nû destpotî û dîktatoriyê diparêze” hildan.