Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê

Di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê
16 tebax, 2025   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dibistana Zarhunera Havînê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê bi dirûşma “Em ê xwe fêrî xweşikbûnê û zanînê bikin” mîhrîcanek li dar xist. 

Destpêkê peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan, hate pêşandan. Dûre li ser navê Dibistana Zarhunera Havînê Necbîr Xanim axivî û diyar kir ku ev çalakî encama sê mehan a xebat û hewldana bênavber e ku zarok li ser muzîk, şano, wênexêzî û govendê perwerde bibin. 

Necbîr da zanîn ku, pêşxistina behreyê hunerî û çandî yên zarokan, armanca wan a sereke ye. Her wiha dixwazin derfetê bidin zarokan ji bo ku serbest ji civakê re afrînariyên xwe serbest derbirînin. Necîr destnîşan kir ku lidarxistin û berdewamkirina mîna van çalakiyan ji bo avakirina kesayeta zarokan û xurtkirina baweriya wan bi xwe, gelekî girîng e.

Piştre, koma Kûlîlkên Rojava, koma Parkîn û koma Girbawî bi stranên xwe şênî çoşand.

Her wiha koma Rîwan, koma Şehîd Feraşîn, koma Bavê Tayar, koma zarokan a Til Koçerê, koma Efrîn û koma Ava Mezin şano pêşandan.

Koma Zeryên Xweristî, koma Şehîd Jînda û koma Şehîd Lorîn a ereb, govendên floklorî gerandin.

Di mîhrîcanê de, hezar û 984 wêneyên tabloyên ku zarokan biboneya 15`ê Tebaxê xêz kirine, hatin pêşandan.

Çalakî bi kêfxweşî û gerandina govendê ji aliyê malbatên zarokan ve bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA