Heftename: Rewşa Sûriye, Lubnan û lûtkeya Trump-Pûtin

Medyaya erebî di rojevên xwe yên heftya borî de diyar kir ku Sûriye ezmûneke jiyanî derbas dike, tirs heye ku "rejîma totalîter” a berê bi rejîmeke tundrawtir were guhertin. Têkildarî serdana Ali Larijani ya Beyrûtê jî hate destnîşankirin ku ev serdan peyamên zelal rave dike ku Tehran di qada Lubnanê de dest ji hevalbendên xwe bernedaye.

Heftename: Rewşa Sûriye, Lubnan û lûtkeya Trump-Pûtin
17 tebax, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî li ser pirsgirêkên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê pê re rû bi rû ne, rewşa Lubnanê û têkiliyên Rûsya-DYA’yê nivîsîn.

 ‘ZEHMETIYÊN VEGUHERÎNA SÛRIYEYÊ: JI MÎRNIŞÎNÊ BER BI DEWLETÊ VE’

Rojnameya Independent a erebî diyar kir ku Sûriye bi destpêkirina qonaxa veguhêz re niha ezmûneke jiyanî derbas dike, tirs heye ku "rejîma totalîter a berê bi rejîmeke tundrawtir were veguhertin.

Rojnameyê da zanîn "Serkeftina qonaxa veguhêz girêdayî hêz û karîna rêveberiya nû, bi serokatiya Ehmed El Şari ku 'li şûna tirsa hilweşînê, hêza pêkanîna destkeftiyan nîşan bide." Li gorî rojnameyê divê dewletek hevbeş a cihêrengiya Sûriyeyê temsîl bike, “ne dewleteke ku ramanên îdeolojîk bi hêz dike were avakirin."

Rojnameyê îşaret pê kir divê “rihê şoreşê vegere û xebata ji bo avakirina saziyên dewletê" were kirin. Her wiha hate diyarkirin: "Hêza serdest divê mentiqa dewletê qebûl bike, ne mentiqa şer, ji ber ku her desthilatdariyek li ser tundrawiya îdeolojîk ava bibe dê deriyê şerekî navxweyî veke.”

‘SERDANA LARÎCANÎ JI LUBNANÊ RE: PEYAMÊN ÎRANÊ RASTÎ DÎWARÊ SERWERIYÊ TÊN’

Tora Sky News Erebî jî cih da serdana sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ya ji Beyrûtê re kir. Torê destnîşan kir ku ev serdan, di demekê de hat kirin ku nîqaşên hundirîn li ser hiştina çekan tenê di destê dewleta Lubnanê de tê kirin. Aliyên navneteweyî û xwecih jî der barê mijara çekan de zextê dikin.

Torê diyar kir ku tevî "xesareta Îranê di Sûriyeyê de" hîna jî li ser asta herêmê lîstikvaneke bi bandor  e û wiha hat domandin "Sûriye damara wê ya stratejîk bû ku Tehran bi Beyrûtê ve girê dida. Îran hîna piştgiriyê dide Hizbullahê û mezheba şîe ya li Lubnanê, di qada Lubnanê de dev ji hevalbendê xwe yê sereke bernade."

Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku çavdêran da zanîn ku ev peyam beriya ku Larîcanî bigihêje Beyrûtê aşkera bûn. Serokatî û hikumeta Lubnanê piştgirî da biryara komkirina çekan di bin desthilata dewletê de.

’LÛTKEYA ALASKA…DI NAVBERA KESAYETÊ GIRÊBESTAN Û KESAYETÊ ÎSTÎXBARATÎ DE

Rojnameya El Nehar lûtkeya Alaskayê bi yekemîn lûtekeya ku ji destpêka şerê li Ukraynayê ya 2022ˊyan de Trump û Pûtîn li hev civandiye, bi nav kir. Hate gotin, analîzvanan diyar dikin ku heta beriya lidarxistina lûteyê, bi rêya şikandina tecrîda navneteweyî û derketina li qada cîhanî Pûtîn serkeftineke şeklî qezence kiriye û Trump li hember serweriya hempîşeyê xwe yê herî teslîmbûyî tê nîşandan. Hate gotin, "çavdêran diyar kir ku armanca her du serokan nakok in, Trump "hêviya aştiyê" dike û Pûtîn jî "hêviya erdê" dike. Ev yek tê şîrovekirin ku ruxmî amadekariyên zêde ji bo lûtkeyê, lê hêviyên her duyan ji hev dûr in. Çavdêran bal kişand ser sembolîkbûna hilbijartina Alaskayê ji bo cihê civînê. Ew di aliyê erdnîgarî de ji Rûsyayê ve nêz e û di aliyê derûnî û siyasî de ji paytexên Ewropayê ve dûr e. Ew dihêle Pûtîn rihettir dan û standinan bike û Ewropa ji sazkirina dîmena navnetweeyî îzole bike."

(ac)