Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 

Mamosteyan ji bo mûçeyên xwe û tespîtkirina navên xwe, li Hesekê çalakiyek li dar xist. Çalakvanan diyar kir ku dê çalakiyên wan heta pêkanîna daxwazên wan bidome.

Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
Li Hesekê mamosteyan li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakî kir 
30 tîrmeh, 2026   13:38
HESEKÊ

Bi dehan mamosteyên ku xebatên xwe li ser peymanan dikin, ji bo daxwaza tespîtkirina navên xwe di Wezareta Perwerdeyê de û ji ber ku mûçeyên wan nayên dayîn, li ber Avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê çalakiyeke protestokirinê li dar xist. 

Çalakvanan pankartên “Em dixwazin navê me bê tespîtkirin û em bêdengiyê red dikin”, “Ji mafê me ye em bijîn” rakiribûn. Çalakvanan ji aliyên peywendîdar xwest daxwazên wan bi cih bînin.

Ev çalakî piştî biryara Wezareta Perwerdeyê ya girêdayî nedayîna mûçeyan ji bo beşeke mamosteyan pêk tê.

Çalakvanan diyar kir ku heta pêkanîna daxwazên wan, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

(sb)

ANHA