Li Nînowayê mayînek teqiya, mirî û birîndar hene

Li ser rêya parêzgeha Nînowayê ya Bexdayê mayînek bi karwanek leşkerî ve teqiya û di encamê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û hejmarek leşker jî birîndar bûn.

Li Nînowayê mayînek teqiya, mirî û birîndar hene
24 gulan, 2026   16:38
NAVE3NDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsˊê, îro di dema derbasbûna karwanek leşkerî di navçeya Heder ya li sînorê parêzgeha Nînowayê ya Bexdayê re mayînek teqiya.

Hate zanîn ku di encama teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek leşkerên din jî birîndar bûn, lê heta niha desthilatê daxuyaniyek fermî li ser buyerê belav nekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî jî du teqîn li Bexda û Nînowayê rû da bû. Çavdêran balkişandin li ser zêdebûna teqînan û diyarkirin ku peywendî bi aloziya herêmê û kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ve heye.