Endamên Meclisa Gel hatin tayînkirin ne hilbijartin

Pêvajoya hilbijartina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê yên Parêzgeha Hesekê, rastî nerazîbûneke berfireh a raya giştî hat. Tê gotin ku nav ji hêla hikumeta demkî ve hatine ferzkirin.

Endamên Meclisa Gel hatin tayînkirin ne hilbijartin
24 gulan, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel encama dengdanê ji bo hilbijartina nûnerên Hesekê, Qamişlo û Kobanê yên Meclisa Gel ragihand û navên 11 endamên hatine hilbijartin ragihandin. 

Li gorî daneyên fermî, pêvajoya hilbijrtinan li gorî mîkanîzmayên hilbijarin û tayînkirinê pêk hatin, hin endam bi rêya sindoqên dengdanê di nav navçeyên diyarkirî de hatin hilbijartin, hinên din jî ji hêla serokê hikûmeta demkî ve hatin tayînkirin.

Li Meclisa Gel niha 210 endam hene, 70 ji wan li gorî vê mekanîzmayê têne tayînkirin.

Der barê beşdarbûna dengdêran li Qamişlo, komîteya rêxistinî ragihand ku ji 207 endamên qeydkirî zêdetirî 110 endaman dengên xwe dan. 4 namzedan ji bo 4 kursiyan pêşbazî kirin û beşdarbûna dengdêran li gorî hejmara giştî ya dengdêrên qeydkirî, kêm bû.

Endamekî daîreya bajarê Qamişlo Ezam Dendeh ji Ronahî Tv re axivî û diyar kir ku tiştê ku îro diqewime "Pêkenokeke hilbijartinê ye. Îro sibê, kaxetên ku navên kesên ku ji hêla saziya siyasî ya girêdayî hikûmetê ve hatine ferzkirin li ser bûn, hatin belvkirin."

Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê li parêzgeha Hesekê du hefte berê, bertekên siyasî û giştî derketin holê. Partî û hêzên Kurdî nerazîbûna xwe li ser awayê ku hilbijartin têne kirin diyar kirin. 24 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî "mekanîzmeya neheq a nûnertiyê" şermezar kirin û diyar kirin ku sînrodarkirina hejmara kursiyên nûnertiya Kurdan li parêzgeha Hesekê rastiya demografîk û siyasî nîşan nade û berdewamiya polîtîkayên dûrxistinê nîşan dide.

Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif rexne li pêvajoyê kirin û destnîşan kirin ku hin tayînkirinên hatine kirin û tiştên ku li navendên dengdanê qewimîn îradeya hilbijêran nîşan nadin.

(k)