MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir

Di panela diyalogê ya li Hesekê hatiye lidarxistin de banga bicihanîna bendên peymanê, xurtkirina diyaloga neteweyî û misogeriya beşdarbûna tevahî pêkhateyan di siberoja Sûriyeya nû de hat kirin.

MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
MSDˊê banga bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê û diyaloga neteweyî kir
24 gulan, 2026   16:45
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê "Rewşa ligel peymana 29ˊê Çileyê: pêwîstî û pêdiviyan" panelek diyalogê li hola MSDˊê ya Hesekê hat lidarxistin.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di panelê de kesayetên civakî, nûnerên ji partiyên siyasî, hiqûqnas, çalakvanên jin, oldar û rûspiyên eşîran amade bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesene Mihemed Elî panel bi rê ve bir. Mihemed Elî got: "Gelek pirs dikin ku gelo me çi sûd ji vê peymanê wergirtiye? Guhertinên wê piştre li ser asta tevahî aliyan çêbibin çi ne? Ev peyman di dîroka Sûriyeyê ya nûjen de destpêka rêveçûneke nû ye ne dawiya wê ye. Ji me tê xwestin ku stratejî û planên nû xêz bikin. Berê me ji mentiqê herêma erdnîgarî li cîhanê dinêrî, lê îro em bi rêya belavbûna şênî û pirrengiya wê û bi rêya avakirina dewletê li ser bingeha saziyan li siberoja xwe dinêrin."

Mihemed Elî anî ziman ku "Em ji daxwaza mafan bi zorê derbasî daxwaza wan bi rêya qanûn û meşrûiyeta destûrî bûn. Em nabêjin ku rê hêsan e, lê belê gelek zehmetî û dijwarîyên mezin hene. Ezmûna Rêveberiya Xweser ezmûnek nû bû, lê dîsa jî me karî modelek nû ya rêveberiyê pêşkêş bikin, li ser bingeha ku Şam rêveberiya her tiştî bi awayekî navendî keysbaz neke. Me ji bo guhertina vê têgehê û pêşkêşkirina alternatîfên beşdartir û vekirîtir xebitî."

Di dewama axaftina xwe de Mihemed Elî got: "Xelk xwedî fikar û tirsên rewa ne, lê heke em hewlên pêwîst bidin em dikarin guhertinê çêbikin, bi taybet jî ji ber rewşa navneteweyî ya pêşkeftî. Em vê peymanê wekî deriyek ji bo ku bibin hêzek bi bandor di nav Sûriyeyê de dibînin. Ew alîkariya me dike ku tohmetên li dijî me  têne kirin wekî cudaxwazî y​​​​an gurkirina pevçûnên navxweyî li herêmên me biavêjin. Bi rêya vê peymanê em hewl didin ku destkeftiyên neteweyî bi dest bixin. Em diyarkirin ku çi li ser asta civakî ku metirsî kêm bibin an jî li asta herêmê diyalogê yan beşdariyê dixwazin."

Der barê bidestxistina encaman de Mihemed Elî axivî: "Em nikarin bêjin me hemû tiştên dixwest bi dest xist. Lê ev peyman destpêşa rêveçûna nû ye dikare xebata li ser pêşketin û pêşxistina wê were kirin. Pêdiviya me îro bi xîtabekî nû ku bi pêvajoya heyî re hevaheng be, heye. Divê hemû alî jî hewldanan bidin ku rewşa aborî hilneweşe yan jî welat ber bi nakokî û parçebûnên nû ve neşimite."

Dûre amadebûyan nêrînên xwe parve kirin. Amadebûyan bal kişand ser girîngiya lezdana bicihanûna bendên peymanê û berçavgirtina taybetmendiyên Kurdan li herêmê, misogerkirina mafên tevahî pêkhateyan.

Di nîqaşan de hat gotin ku pêwîstî bi berdewamkirina diyalogê di navbera tevahî aliyên Sûriyeyê de heye, deriyên nîqaşê yên der barê pêşdeçûnên siyasî yên heyî werin vekirin.

Di dewama nîqaşan de hat diyarkirin ku divê rola rêxistinên civakî û siyasî di vê qonaxê de were xurtkirin, xebat li ser avakirina baweriyê di nava pêkhateyan de were kirin, rewşa aborî û xizmetguzarî were başkirin.

Hejmarek amadebûyan diyar kir ku serkeftina her peymaneke siyasî şertgiriyê hebûna vîna rast a pêkanînê bi beşdarbûna tevahî aliyan di sazkirina siberoja Sûriyeyê de, ye.

Panel bi girîngîdayîna berdewama civînên diyalogê yên ku beşdarî danûstandina nêrînan dibin û derfetên ji bo têgihîştina neteweyî zêde dikin bi dawî bû.

(fr)

ANHA