Li Minbicê der barê hewldanên geşkirina aboriya civakê civînek hate lidarxistin

Nivîsgeha Projeyên Koperatîfan li Minbicê der barê xurtkirina zanabûna aboriya civakî û teşwîqkirina civakê de civîneke fireh li dar xist.

7 mijdar, 2023   19:18
MINBIC

Bi diruşma ′Ber ve jiyaneke hevbeş, hevpar û civakî koperatîfî′ Nivîsgeha Projeyên Koperatîfan li Minbicê ji bo balê bikişîne ser projeyên girîng, girîngiya koperatîfan û rola wan di aboriya civakî de, civîneke fireh li dar xist.

Di civînê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Komîteya Aborî û Komîteya Çandinî û Avdanê beşdar bûn.

Li gorî amadekarên civînê, ev civîn ji bo geşkirina projeyên koperatîfan û rakirina astengiyên li pêşberî wan koperatîfên li bajêr û geşkirina rola wan di pêkanîna aboriya civakî de ku xwe dispêrin fikra netewya demokratîk hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo axivî û got ew li gorî bingeh û rêgezên demokratîk ku jiyaneke komînal, xebateke kolektîf û aboriya civakî di projeyê de pêk tîne, dixebitin.

Sîham wiha domand: "Armanc ji van projeyan hevgirtina çandî û civakî were xurtkirin, her wiha vîneke siyasî-aborî li gorî zihniyeta aboriya komînal tê afirandin, bi wê re hevsengiyeke di nava xebat û berhemdanê de çêdibe. Ev yek dûrî kapatîlîzmê, keysbazî û bikaranînê ye."

 Sîham di dawiyê de anî ziman Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di şopandina têgeha xwe disprêe aboriya civakî ya komînal û koperatîfan de dewam dike.

Li aliyekî din jî hevserokê Komîteya Aboriyê ya Minbicê Ehmed El Xelef têgeha aboriya komînal a di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de heye, şîrove kir.

El Xelef diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê aboriya heyî ya li ser esasê dewletê ber bi aboriya komînal a bi nûnertiya kolektîfbûna aboriyê ve were guhartin û di radeya yekemn de girîngî da avakirina koperatîfan û bi cehwerê aboriya civakî wesif kir.

Di civînê de sînevîzyonek li ser projeyên koperatîfên li Minbicê pêk anîne hate pêşkêşkirin; firna Ixuwet El Şiub (Biratiya Gelan), firna Erîme û Farat, aş û projeya avdanê û çandiniya 75 hektaran.

Di dawiyê de beşdaran li ser gelek xalên hevbeş li hev kir; zêdekirina hejmara koperatîfên dikevin xizmetî tevahî saktorên aboriyê, koperatîf rola xwe ya bingehîn di xizmetkirina civakê de bilîze, hevkarî bi tevahî sazî û komîteyan re were kirin ku xizmetî projeyên aborî û geşepêdanê bikin da ku bêkarî bê rakirin, xebata li ser werşeyan bê kirin û fikre ji projeyan bên girtin.

(fr)

ANHA