Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî

Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasê bi 13 pêşniyariyên dîrokî û 18 pêşniyariyên hiqûqî li ser pênasekirina çand û mîrasa herêmê û parastina wan bi dawî bû.

Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
Di Kongreya Parastina Mîrasê de: Pêşniyariyên dîrokî û hiqûqî
7 mijdar, 2023   20:45
REQA

Di çarçoveya Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî de ku bi dirûşma "Parastina mîrasa madî û nemadî" ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin, çalakiyên roja dawîn a kongreyê li avahiya Zanîngeha Şerq bi beşdariya lêkolerên hunerên dîtbar û şûnwaran bi dawî bûn.

Di serî de semînerek bi navê "Hunerên dîtbar û dîzayna grafîkê" ji aliyê dîzaynera rojnamevan a kovarên Pîr û Hezar û CY ya ji Herêma Başûrê Kurdistanê Sumeye Keramî ve bi rêya ZOOM'ê hat dayîn. Sumeye Keramî di serî de girîngiya pênasekirina mîras û çandên herêmê bi rêya dîzaynên dîtbar anî ziman.

Piştre semînerek bi navê "Analîzekirina rêbaza sûcan û qaçaqcîtiya şûnwaran ji Sûriyeyê û ber bi wê ve" ji aliyê profesorê ewlekarî û zanistên sûcan û serokê komeke lêkolînên qaçaqcîtiya mirovan David Siyopir ve hat dayîn. David di serî de der barê qaçaqcîtiya şûnwaran ji Sûriyeyê û zêdebûna wê hemwextî şerên çekdarî û firotina wan bi nirxên gelekî erzan li derve axivî.

Her wiha David bal kişand ser bandora şer li ser çand û mîrasa herêmê û encamên krîza Sûriyeyê yên di warê derxistin û qaçaqcîtiya şûnwaran de û makanîzma wê yekê.

Di kongreya 3 rojan de beşdaran komeke pêşniyariyên di warê dîrokî û hiqûqî de amade kir û ji aliyê endamê Komîteya Zanistî ya kongreyê Adil Dawûd ve hat xwendin.

Warê dîrokî:

1-Lidarxistina hemleyên pênasekirin û perwerdekirina li ser girîngiya mîrasê û parastina deverên dîrokî bi rêya reklam, pêşangeh û bernameyên televîzyon û radyoyê.

2-Çalakkirina komîteyên qanûnî, civakî, sivîl û rêveberî ji bo parastina mîrasa madî û dûrxistina wê ji şerên heyî yên li ser bingehên olperestî.

3-Tomarkirina deverên ku nû hatine vedîtin di lîsteya mîrasa xwecih de û parastina wan û balkişandina ser girîngiya wan.

4-Amadekirina notan ji bo vegerandina şûnwarên ku hatine dizîn û girêdana arşîvê bi rêxistina navneteweyî ya Interpoolê.

5-Destekdayîna kedên tekane, civakî û hikumetî û kirîna kelûpelên kevnar (antîka) ji kesên ku ew kom kirine.

6-Berhevkirina agahiyên devokî û komî bi rêya projeyên belgekirina mîrasa nemadî û parastina wan.

7-Parastin û pêşxistina huneran (wênesazî, muzîk, nivîsandin û lêkolîna xwecih).

8-Parastina mîrasa çandî û zimanî ya kesên koçberkirî,  ji ber ku ew nûnertiya nasnameyê dike.

9-Parastina nasnameya çandî di krîzê de bi rêya bernameyên pêşxistrina mîrasê.

10-Girêdana zanîngehê û rêxistinên xwecih bi çalakiyên çandî yên belgekirina mîrasa madî û nemadî.

11-Avakirina beşek taybet a ewlekariya agahiyan li navendên çavdêriya elektronîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şopandina pêvajoya kirîn û firotinê û naskirina çavkaniyên diziya şûnwaran û girtina dizan û diyarkirina cihê wan bi rêya teknolojiyê.

 12-Amadekirina herêmên taybet ji bo goristanan û dûrxistina deverên dîrokî ji planên herêmên pîşesazî û projeyên çandiniyê.

13-Damezirandina komîteyan ji bo amadekirina bernameya parasatina şûnwaran ku her demekê bi hev re bicivin.

Warê qanûnî:

1-Vegera li lêkolîna qanûna şûnwaran û şîrovekirina wê û pênasekirina wê bi civaka xwecih.

2-Derxistina pirtûkekê der barê şûnwarên Sûriyeyî de ku bibe delîkek û bi rêya hemle û panelan bigihîje destê gel.

3-Amadekirina bingeha agahiyan ji bo hemû deverên dîrokî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

4-Şandina nameyan ji bo aliyên navneteweyî û herêmî yên xwedî rol di krîza Sûriyeyê de wek Koalîsyona Navneteweyî, Yekitiya Rûsyayê, komara Îranê û hikumeta Sûriyeyê da ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku mîrasa çandî ya mirovî ya herêmên di bin kontrola wê de binpê neke.

5-Zêdekirina dersên qonaxên pêşîn û duyemîn ji bo avakirina nifşekî zana di warê mîrasê û parastina wê de.

6-Birêvebirina gerînendete û komîteyên şûnwaran di arkeolojiya pêşîlêgirtinê û restorasyona lezgîn de li gel dewama krîzê.

7-Divê li ser hikumet û desteyan zext were kirin ku qanûn û peymanên der barê parastina mîras çandî de pêk bînin.

8-Pêşxistina civaka xwecih û berpirsiyariya wê di parastina mîrasa madî û nemadî de.

9-Pêkanîna peymana Lahay a avakirina embarên parastina kelûpelên şûnwarî û dûrxistina deverên dîrokî ji şeran.

10-Girîngîdayîna avakirina navenda çavdêriyê ya xwecih ji bo parastina mîrasê û avakirina sondiqeke navneteweyî ji bo destekdayînê.

11-Zelalkirina bingeha qanûnî û berdest be û bi zimanekî fêmbar be da ku bigihîje tevan.

12-Divê ji aliyên berpirs re qanûn werin diyarkirin ku ev qanûn bibin mecbûrî.

13-Amadekirina Komîteyeke qanûnî û rêveberî ji bo parastina mîrasa xwecih.

14-Avakirina navendên çandî û jîngeheke guncaw.

15-Koordînekirina di navbvera saziyên rêveber û qanûnsaz de.

16-Belgekirina binpêkirina şûnwaran ji aliyê pispor û lêkoleran ve.

17-Pênasekirina peymanên cezakirina diz û qaçaqciyên şûnwaran bi civakê.

18-Li ser avakirina mîraseke nemadî ji pêkhateyên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat were kirin.

Di dawiya kongreyê de beşdar hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA