Li Kurdistanê tundiya Trujillo

Li Kurdistanê li beramberî têkoşîna azadiya jin, zihniyeta baviksalar bi fizîkî, derûnî, aborî, siyasî, hiqûqî û civakî êrişên xwe didomînin.

Li Kurdistanê tundiya Trujillo
23 mijdar, 2023   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Di ser qetilkirina Xwişkên Mîrabal re li Komara Domînîkê ji aliyê dîktatoriya Rafael Trujillo ve 63 sal derbas bûn. Îro li Kurdistanê ji aliyê 4 dewletên dagirker ve li beramberî têkoşîn û sekna xwişkên Mîrabal ên serdemê tundî û êriş didomin.

Bi minasebeta 25`ê Mijdarê, di nav salekê de li Kurdistanê tundiya li jinan hatiye kirin, em radixin ber çavan.

BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê desthilata AKP-MHP’ê li dijî hebûn, azadî, maf û têkoşîna jinan, bi taybet polîtîkaya “bê bandor bike, em li pişt te ne” didin meşandin. Di siyaset, hiqûq, aborî, ekolojî û hemû qadên civakê de jin bi rêbazên cur bi cur rastî tundiyê tên. Bi taybet ji sala 2002`yan ve ku AKP hate ser desthilatê, ev tundî her ku çû zêdetir bû.

Di nav 13 salan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê sala ku Hevpeymana Stenbolê hate îmzekirin (2011) qetilkirina jinan kêm bû. Piştî ku Hevpeymana Stenbolê hate betalkirin heya niha rêjeya qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Nêzîkatiyên desthilata AKP-MHP-HUDAPAR’ê rê li ber qetilkirina jinan vedike ku qatil an bi cezayên kêm tên girtin an jî tên berdan.

Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin’ (KCDP), di 10 mehên sala 2023’yan de 253 jin hatin qetilkirin, 194 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên 31`ê Tîrmeha 2023`yan ên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022`yan de li 15 girtîgehan 227 jin rastî binpêkirina mafan hatine.

ÊRIŞÊN LI SER ROJNAMEVANAN

Li gorî daneyên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê di mehên Çile, Sibat û Adara 2023`yan de li dijî 7 rojnamevanan lêpirsîn dan destpêkirin, 6 hatin destgîrkirin, 5 rojnamevan di girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatin, rojnamevanek cezayê hucreye danê, 12 kes rastî tundiyê hatin. Her wiha rojnamevanek hat girtin.

Di Nîsan, Gulan û Hezîranê de der heqê 4 rojnamevanan de lêpirsîn dan destpêkirin, 14 rojnamevan hatin destgîrkirin, 2 hatin girtin. 

Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de 10 rojnamevan hatin destgîrkirin, 5 rojnamevan jî rastî îşkenceyê hatin.

TUNDIYA LI SER ZAROKAN

Di 20`ê Mijdarê de ÎHD’ê “Binpêkirina Mafên Zarokan a 2022-2023’yan a Herêma Bakurê Kurdistanê” aşkera kir. Li gorî wê bi destê polîs û cendirmeyan 3 zarok hatin kuştin. Di teqîna mayîn û teqemeniyên li herêmên pevçûnan de, 3 zarok bi giranî birîndar bûn. 19 zarokan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 4 zarok hatin revandin, bi 3 zarokan jî fihûş dan kirin. Herî kêm 191 zarok hatin destgîrkirin, 3 zarok hatin girtin. Di destgîrkirinê de 2, di girtîgehê de zarokek, 16 zarok derveyî cihên destgîrkirinê, bi giştî 19 zarok rastî îşkence û muameleya xirab hatin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Tundiya li ser jinan a bi şerê taybet re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê dewleta Tirk a dagirker, dûvikên hikumeta Şamê, ENKS, şaneyên veşartî yên çeteyan tê meşandin. Bi fihûş, madeyên hişbir û sîxuriyê êrişî civakê û jinan dikin. Ji bo vê jî hem li herêmên dagirkirî hem jî di navendên MÎT`ê de komikên taybet hatine avakirin da ku bi van rêbazan êrişî şoreşa herêmê bikin.

Hikumeta Şamê jî mîna dewleta Tirk ji bo hilweşandina şoreşê madeyên hişbir û fihûşê bi kar tîne. Ji herêmên di bin serweriya xwe de madeyên hişbir û fihûşê vediguhêze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gorî daneyên me ji hêzên ewlekariyê wergirtine gelek kesên ji herêmên hikumeta Şamê bûn û fihûş dikir, ji aliye Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve hatin girtin û şandin herêmên wan. Her wiha gelek caran hikumeta Şamê madeyên hişbir jî bi rêya jinên temenmezin hewl da derbasî herêmê bike.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek pêşengên civakê dike hedef. Bîlançoya hedefgirtina bi balafiran a îsal wiha ye:

Di 15`ê Îlonê de li Minbicê fermandara YPJ`ê Şervîn Serdar, şervanên YPJ`ê Nucan Ocalan û Canda Cûdî şehîd bûn.

Di 11`ê Gulanê de li Çelebiyê ya Kobanê şervana YPJ`ê Cûdî Egîd (Tuğba Karakoç) şehîd bû.

20`ê Hezîranê hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cigira wê Leyman Şiwêş û xebatkar Firat Tûma şehîd bûn. Hevserok Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Şervana YPJ`ê Rojna Egîd (Zulfeya Binbir) 2`yê Îlonê şehîd bû.  

Ji destpêka salê heta 14`ê Mijdarê li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di encama topbaran û teqînan de 4 jin û zarokek şehîd bûn, 8 jin û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di 23`yê Tebaxê de erebeya Jin TV’yê ji aliyê balafireke keşfê ya dewleta Tirk ve li ser rêya Amûdê-Qamişloyê hate hedefgirtin. Di encamê de xebatkar Necmedîn Feysal şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû.

Li gorî daneyên me ji Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê wergirtine, ji sere salê heta 14`ê Cotmehê 19 jin ji aliye zilaman ve hatine qetilkirin, 63 hewldanên xwekuştinê pêk hatine, 136 jin rastî tundiyê hatine, 31 jin jî bi xwekuştinê re rû bi rû kirine.

TABLOYA TUNDIYA DAGIRKERAN

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ji destpêka 2023’yan heta 21`ê Mijdarê li herêmên dagirkirî 24 jin hatine qetilkirin, 22 hatine revandin û 8 jî birîndar in, 10 zarok hatine qetilkirin, 14 zarok hatine revandin û 23 zarok hatine birîndarkirin, 97 mêr hatine kuştin, 195 hatine revandin û 51 mêr hatine birîndarkirin.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1979`an veli dijî desthiladariya dewletê têdikoşê. Ji 1979`an ve jin bi hicabê hatine girtin, cil û bergên wan hatine guhertin. Vê bi rêya qanûnan jî fermî kirine ku sala 1983`an de di sala 1983’yan de qanûnek ku hîcaba li ser jinan li hemû cihên giştî û hikumetê ferz dike, hat derxistin. Jin neçar man ku cil û bergên îslamî yên ku ji çakêtekî fireh, hîcabeke reş pêk tê, li xwe bikin. Li gorî qanûnên dewletê, keçên ji 7 saliyê biçûktir jî mecbûr in ku porê xwe veşêrin. Li gorî madeya 638’an a yasaya Îranê, jinên Îranî ku bêyî ferq û cudahiya ola xwe, ger qanûnan binpê bikin, tên cezakirin.

Zewaca zarokan, zewaca demkî û pirzewacî jî ji aliye dewleta Îranê bi zagonan hatiye fermîkirin. Di madeya 1041ʹan a qanûna Îranê de, temenê qanûnî yê zewaca zarokên keç 13 yê kuran 15 e.  Fihûşê bi qanûnan fermî dikin û bi vê re civakê dirizînin.li dijî tundiya fermîkirî û kolekirinê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi çirûska Jina Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve di 16’ê Îlona 2022’yan de hate qetilkirin daketin qadan. Di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de hêzên Îranê bi her awayî êrişî jinan kir, qetilkir, destgîrkir û girt.

KUŞTIN Û XWEKUŞTIN: 105 JIN

Li gorî daneyên me ji Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê wergirtine, di 2023’yan de 42 jin hatin qetilkrin, 63 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatin dehfdan û 100 jin hatine girtin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 2010’aqn ve 68 zarok û 204 jin hatin darvekirin. Ji destpêka sala 2023’yan heta 20`ê Mijdara 2023`an 16 jin hatin darvekirin.   

Di 28`ê Cotmeha 2023`yan de jina ciwan a bi navê Armîta Gerawend (16) ku ji ber lêxistina ‘polîsên exlaqê’ yên dewleta Îranê ketibû komayê, piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Malbatê xwest cenazeyê keça xwe bibe bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, lê dewleta Îranê destûr neda.

Êrişên dewleta Îranê li girtîgehên jinan jî bi awayekî tund didomin. Li dijî van êrişan jinên girtî bi her cureyî li ber xwe didin û teslîmiyetê qebûl nakin. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Nergîs Mûhammedî û gelek girtiyên jin ku li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê li dijî nêzîkatiyên desthilatê dest bi greva birçîbûnê kir.

Rojnamevan jî ji êrişan bê par nemane. Rojnamevan Nîlufer Hemîdî û Îlaha Mihemedî ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibû, bi hincetên cuda 12 sal cezayê girtîgehê li Nilufer Hemîdî û 13 sal ceza li Îlaha Mihemedî hate birîn. Dozgerê Giştî yê Girtîgeha Evînê biryara girtina her du jinên rojnamevan Seîde Şefiî û Nesîm Sultanbegî da.

Îsal di 1`ê Tebaxê de endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin. Ji bo Werîşe Mûradî kampanyaya îmzeyan a online ji aliyê KJAR`ê ve hate destpêkirin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê yek ji cureyên tundiya li ser jinan sinnetkirin e. Sinnetkirina jinan di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Lê ji aliye hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve rê li ber tê vekirin. Gelek zarok dema tên sinnetkirin, tên qetilkirin. Di qanûnên Iraqê de sinnetkirina jinan bi niviskî qedexe ye lê qetilkirina jinan bi hinceta “namûsê” ne sûc e.

Rêxistina Jin, Aştî û Ewlekariyê (WAPS) anketên nû ku li 177 welatan li ser statuya jinan a di nava civakê de çêkirine, aşkera kirin û derket holê ku Iraq di rêza 168’an de ye.

Li kelêka vê tundiyê rê ji dewleta Tirk re jî hatiye vekirin ku tundiyê li jinên li Başûr bike. Dagirkeriya Tirk li herêmên Başûr bi hevkariya PDK`ê jinên li hember tundiyê dibin mertal, bi suîqestan li kolanên Başûrê Kurdistanê dike hedef. Sazî tên hedefgirtin û gef li xebatkarên jin ên saziyan tê xwarin. PDK û dewleta Tirk di aliye derûnî/hişmendî de jî hewl didin bi rêya rêzefîlmên tirkî, cil û bergan, konserên stranbêjên Tirkan çandeke melankolîk ava bikin. Bi vê rêyê madeyên hişbir didin bikaranîn, fihûş û sîxuriyê didin kirin.

Li gorî rapora Desteya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan ku 1’ê Sibata 2023`yan aşkera kir, di sala 2022`yan de 2 hezar û 659 rewşên gefxwarin û destdirêjiya li ser jinan li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gorî daneyên ji parêzerên Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, ji destpêka sala 2023`yan heta 20`ê Mijdarê 64 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin.

ANHA