Daxuyaniyên Erdogan der barê Xezayê de îdiayên derewîn in

Serokkomarê Tirk careke din daxuyaniyên populist der barê şerê li Xezayê de dan. Bi rêya wan daxuyaniyan hewl dide ku wêneyekî berovajî, rastiya helwesta wê li hember Îsraîlê pêşkêş bike. Li gor çavdêran, Erdogan dixwaze aloziyê bi kar bîne.

Daxuyaniyên Erdogan der barê Xezayê de îdiayên derewîn in
23 mijdar, 2023   05:38
QAHÎRA
MUHSIN EL MISIRÎ

Li gor dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 19`ê Mijdarê gotiye “Şerê hîlal û xaçê berdewam e” û di sardana xwe ya dawî ya ji Almanyayê re ev helwest nîşan da. Erdogan Îsraîl bi “dewleteke terorîst” wesifand û destnîşan kir ku dawiya Netanyahu nêz e.

Tevî daxuyaniyên Erdogan, lê belê têkiliyên Tirkiye-Îsraîl di vê dawiyê de bi pêş ketin. Nemaze piştî pêşwazîkirina dîrokî ya serokê Îsraîlê dema navîna Adara borî sardana Tirkiyeyê kir. Çaverê bû ku Erdogan di Cotmehê de sardana Îsraîlê bikira, lê destpêkirina şerê Xezayê, rê neda ev serdan pêk were.

Têkildarî aliyê aborî, di hin raporan de hatiye destnîşankirin ku hinarteyên Tirkiye ji bo Îsraîlê gihaştine 6.4 milyar dolarî. Lê belê dahatên Tirkiye yên alavên metal û sotemeniyê ji Îsraîlê 2 milyar derbas kirine.

Li gor pirsporan, helwesta Tirkiye û daxuyaniyên êrişker ên Erdogan li dijî Îsraîlê, hewleke ji bo bikaranîna rewşê ye, bidestxistina destkeftiyan û berjewendiyan ji krîza mirovî ya Xezayê ye.

SIYASETEKE PRAGMATÎK

Pirsporê kar û barên Tirkiyeyê Dr. Osama El Seîd got: “Tirkiye, siyaseteke pragmatîk dimeşîne. Her tim hewl dide ku aloziyan û firsendan bi kar bîne ji bo ku destkeftiyan bi dest bixe û berjewendiyên xwe pêk bîne.”

El Seîd wiha domand: “Tirkiye di siyaseta xwe ya piragmatîk de şert û mercan bi kar tîne, hewl dide aloziyên li herêmê bike firsend. Ev helwest di Bihara Ereban de xuya bû, dema Tirkiye tevlihevî û serhildanên erebî bi kar anîn, ji bo ku vegere herêmê û dest bi avakirina osmaniya nû bike. Ji bo wê, Rojhilata Navîn wek amûreke zextê li ser Ewropayê bi kar anîn. Ji ber ku Ewropa dev ji Tirkiyeyê berda."

El Seîd ev li gotinên xwe zêde kir: “Di aloziya Ukraynayê de heman tişt xuya kir. Tirkiye, ruxmî ku endamê NATO`yê ye û têkiliyên wê yên diyar bi Ukraynayê re hene, çek û dron şandin ji Ukraynayê re, lê xwe wek navbeynkarê aştiyê nîşan da. Ev helwesta Tirkiyeyê bandor li têkiliyê wê li gel Rûsyayê kir. Lê Tirkiye têkiliyên xwe bi Rûsyayê re di herî nizm de parast.”

Li gor El Seîd, di şerê Xezayê de, Tirkiye dîsa dixwaze destkeftiyan bi dest bixe û nirxandina xwe wiha domand: “Ew armanc dike, kolana erebî ya ku rûyê rastîn ê siyaseta Tirkiyeyê nas kir, dîsa bikişîne aliyê xwe. Ew rûyê ku piştî da komên îslama siyasî û hewl da dest li kar û barên hundirîn ên dewletan werde. Dûre ji vê helwesta xwe paşde vekişî, nemaze bi Misir û Îmaratê re.”

El Seîd destnîşan kir ku armanca sereke ya daxuyaniyên Erdogan, dilê ereb û muslimanan xweş bike piştî ku têkiliyên xwe li gel Îsraîlê vegerandin.

Girêdayî armancên din ên Erdogan ji bikaranîna rewşa li Xezayê, El Seîd got: “Dixwaze hegemoya xwe li Rojhilata Navîn mezin bike, hevalbendiyên nû ava bike. Dibe ku bi Misirê re be. Ji ber ku Qahîre xwedî cihekî stratejîk e. Tirkiye vê baş dizane û fêm dike hevkariyeke bi hêz bi Misirê re li Deryaya Spî û Rojhilata Navîn, dikare li hember Îsraîlê bibe hevalbendiyeke bifişar.”

VEGERANDINA HEGEMONIYA OSMANÎ

Pirsporê kar û barên navneteweyî Hanî El Cemel jî got: “Tirkiye dixwaze şer bi kar bîne ji bo ku hegemoniya desthilata berê ya osmanî li ser hesabê dewletên herêmê vejîne.”

El Cemel ev li gotinên xwe zêde kir: “Tirkiye, li gel bêdengiya hikumeta Şamê û Iraqê li hember êrişên wê, plan dike ′herêma ewle′ ku li bakurê Sûriyeyê fireh bibe ji bo ku fişarê li herêmên kurdan ên li Sûriye û Iraqê bike.”

Li gor El Cemel, Tirkiye mijûlbûna cîhanê bi bûyerên Xezayê bi kar tîne, bi balafiran êriş bakurê Sûriyeyê dike, navendên stratejîk, nexweşxane, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser dike hedef ji bo ku ji hev bixe.

El Cemel got: “Tirkiye li herêmê bi tenê tev digere ji bo ku armancên xwe yên taybet pêk bîne, Ji ber wê aloziya mirovî ya li Sûriyeyê û nelihevkirina aliyên Sûriyeyê bi kar anîn ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, di bakurê Sûriyeyê de firehtir bibe. Niha jî rewşa li Xezayê bi kar tîne ji bo ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û ji Sûriyeyê qut bike.”

El Cemel aşkera kir ku Tirkiye bi hinceta bicihkirina penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmên bakurê Sûriyeyê, plan dike herêmeke ewle bi kûrahiya 50 kîlometreyan ava bike û wiha pê de çû: “Ew dixwaze kurdan ji sînorên xwe dûr bixe û wan ji hal bixe. Dawiyê bikare doza kurd ji holê rake.”

(mh)