‘Bêdengiya hêzên navneteweyî nîşaneya hevkariya li gel dewleta Tirk e’

Şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bê deng neminin û got bêdengiya wan hêzan nîşaneya hevakariya wan a bi dewleta Tirk re ye.

‘Bêdengiya hêzên navneteweyî nîşaneya hevkariya li gel dewleta Tirk e’
23 mijdar, 2023   03:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Dewleta Tirk a dagirker 2019`an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji wê dîrokê û bi vir ve, hedefgirtina deverên li ser sînor û jîngehan ranewestandiye. 4`ê Cotmehê jî êrişên xwe li dijî navendên stratejîk û xizmetguzariyê zêde kirin. 

Bi nêrîna şêniyên navçeya Til Temir û koçberên Serêkaniyê, di encama hevkariya hêzên navneteweyî ya li gel dewleta Tirk de û bêdengiya wan li hember sûcên li dijî welatiyan, ev êriş zêde dibin.

Welatiya bi navê Munîre Xelîl a ji navçeya Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên wek revandina sivîlan, şantajkirina wan, talankirina mal û milkên wan û guhertina demografiya herêmên dagirkirî û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Munîre bang li hêzên navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

Koçberê ji Serêkaniyê yê bi navê Mehmûd Ebdulezîz El Mihemed ku li navçeya Til Temirê bi cih bûye, got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya qutkirina ava stasyona Elûkê ku jêdera yekane ya avê li navçeya Til Temir û Hesekê ye, hedefgirtina navendên xizmetguzariyê, gel birçî bike û fitneyê li herêmê derxe.”

El Mihemed wiha domand: “Tirkiye li ser du kêndiran dilîze. Li aliyekî Îsraîlê şermezar dike ji ber ku av û kehrebe ji ser filistîniyan qut kiriye. Li aliyekî din me ji warên me koçber dike, li şûna me çeteyan bi cih dike tenê ji bo ku demografiya herêmên me biguhere. Avê ji ser me qut dike. Stastyonên kehrebeyê dike hedef. Ev nîşaneya hişmendiya wê ya sûcdar û terorîst e.”

El Mihemed got tevî van sûcan û êrişan jî dê berxwedanê berdewam bikin.

Welatiya bi navê Reşe Elo ya ji navçeya Til Temirê jî wiha axivî: “Erdogan, siyaseteke dualî dimeşîne. Li aliyekî kuştina zarokan li Filistînê şermezar dike û li aliyekî din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokan dikuje.”

Reşe Elo bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û rê li pêşiya sûcûn dewleta Tirk a dagirker bigirin.

(şx)

ANHA