Li Îranê şîn hat îlankirin

Murşidê bilind ê Îranê Alî Xamînaî ji ber wefata Reîsî û şandeya pê re 5 roj şîn îlan kir.

Li Îranê şîn hat îlankirin
20 gulan, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber wefata serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re, murşidê bilind ê Îranê Elî Xamînaî şîn ji bo 5 rojan îlan kir.

Xamînaî, Muhammet Muhbîr li şûna Reîsî tayîd kir.

Xamînaî li ser mijarê got, cîgirê yekemîn ê serokkomar, Muhammet Muhbîr li gorî destûrê berpirsê desthilata rêveber e û divê di 50 rojan de bi koordîneya serokên desthilata dadwarî û qanûnsaz amadekariya hilbijartinan bike.

Hikumeta Şamê jî sersaxî ji murşidê bilind ê Îranê xwest û şîn ji bo 3 rojan îlan kir.

Berdevkê hikumeta Îranî Elî Buhdarî Cehremî jî Elî Baqirî li şûna wezîrê karên derve Hisên Emîr Ebdullehyan tayîd kir.

Iraq, Qeter, Îmrata, Misir û Urdinê sersaxî ji gel û hikumeta Îranê re xwest.

Li Lubnanê jî 3 roj şîn, li Pakîstanê rojek şîn hate ragihandin.

(şx)