Li Til Temirê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li gundewarê bajarê Til Temirê cenazeyê jinekê hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn dane destpêkirin.

Li Til Temirê cenazeyê jinekê hat dîtin
20 gulan, 2024   13:26
HESEKÊ

Nûçegihanên me ku agahiyên xwe ji şahidan wergirtin ragihandin ku duh bi şev cenazeyê jinekê li gundê Til Hemam ê rojavayê bajarê Til Temirê, hatiye dîtin. Cenaze yê jina bi navê Meryem Şêx Elî El Îbrahîm (36) ye. Dayîka 4 zarokan e. Meryem li mala wê darvekirî hate dîtin.

Hêzên ewlekariyê heta niha dateyên bûyerê aşkera nekirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînê kiriye.

(şx)