Bi navê eşîran dixwazin Dêrazorê tevlîhev bikin 

Hat diyarkirin ku li Dêrazorê hinek komên ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de hene, bi navê eşîran li dijî rêveberiya xweser tên rêxistinkirin. Lê eşîr van koman red dikin.

Bi navê eşîran dixwazin Dêrazorê tevlîhev bikin 
20 gulan, 2024   13:07
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane ANHA’yê, hêzên ku di xwazin li herêma Dêrazorê tevlîheviyan derxinin û civakê bikin dijberên rêveberiya xweser, serî li lîstikên nû dikin. 

Ji ber dewlemendiyên ser erd û bin erd ên herêmê, her wiha ji ber cihê wê yê stratejîk, herêma Dêrazorê bûye hedefa gelek hêzan. Komên çete jî bi vê mebestê bûne amurên bikaranînê.

Piştî ku QSD’ê rêxsitina çeteyên DAIŞ’ê li vê herêmê têk bikir û pergala xweseriyê hat avakirin, di seri de Tirkiye, hêzên wekî Hikûmeta Şamê û komên ku tê gotin Îran piştgiriya wan dike jî hewl didin li herêmê serwer bibin. Ji bo vê yekê di 2 salên dawî bi riya komên çete gelek êriş hatin pêk anîn. Hewl hat dayîn ku civaka herêmê bikin dijberên rêveberiya xweser.

Piraniya hewldanan ji aliyê QSD’ê ve hatin têkbirin, lê hêzên behsa mijara, rêbazên nû dixin dewreyê.

KOMEK NÛ YA ÇETEYAN

Li gorî çavkaniyên leşkerî, komek bi navê Seraya El Bû Şaban derketiye holê, ev kom hatiye çekdarkirin û gefan dixwin. Tişta balkêş ew e ku ev kom navê Eşîra El Bû Şaban El Zibîdiyê bikar tine. Çavkaniyan destnîşan kirin ev koma ku bermahiyên DAIŞ’ê jî di nav de hene, gefan li gel û rêveberiya xweser dikin.

Vê komê, beriya niha navên wekî, "Tevgera Ciwanên Cizîr û Firatê", "Lîwa Şêrên Eqîdat", "Foca Êlên Haşimiye" bikar anîne.

HÊZA XWE JI KU DIGIRIN

Çavkaniyan dan zanîn ku ev çete hêza xwe ji komên nêzî Hikûmeta Şamê û yên nêzî Îranê digirin. Li deverên di bin kontorla Hikûmeta Şamê de xwe rêxistin dikin. Li gorî çavkaniyên QSD`ê, van çeteyan heta niha li dijî baregehên QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî gelek êriş pêk anîne. Heman çavkaniyan diyar kirin ku kesê bi navê Haşîm El Satam ku ji aliyê Newaf Raxib El Beşîr ve hatiye erkdarkirin vê komê birêve dibe.

EŞÎRAN EW RED KIRIN

Li aliyê din Eşîra El Bû Şaban El Zibîdiyê bi daxuyaniyekê bersiv diyar kir ku tu eleqeya kesên di wê komê de cih bi eşîra wan re nîn e, ew çetene û dixwazin aramiya herêmê têk bibin. Di daxuyaniyê wiha hatibû gotin: "Tevgerên wisa lîstikeke rejîmê û milîsên wê ye. Hewldanên wan bi bin ketin û nekarîn fitneyê di navbera êlên herêmê de derxînin, lewma niha van lîstikan dikin.”

(şx/a)

ANHA