Li Hesekê lêgerîna avê bûye derdekî rojane

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê û stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve, şêniyên Hesekê û gundewarên wê derdê peydakirina avê dikişînin.

17 tebax, 2025   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê û stasyona Elok a avê di Cotmeha 2019`an de dagir kir, çavkaniya sereke ya ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê hatiye qutkirin, zêdetirî milyonek kes rojane derdê avê dikşînin. Şênî neçar in li ava vexwarinê ya paqij bigerin an jî bi buhayên giran avê ji tankerên taybet bikirin. 

Li taxa El Neşwa ya bajarê Hesekê, Aqisa Celebî ya 70 salî li ber depoya avê ya li taxê li benda dora xwe ye, ew her roja çend caran avê bi galonan dibe malê, wekî gelek jinên din ên bajêr.

Aqisa der barê rewşa xwe de dibêje: "Piraniya jinên li taxê rojane û heta êvarê jî, li avê digerin.”

RÊWÎTIYA BIWESTAN

Ferha Şêxmûs a 45 salî ku bi cîranên xwe re li ber depoya avê rûniştiye, wiha got: "Em hema hema her roj di rêwîtiya ji bo peydakirina avê de dimirin. Cihê depoya avê ji malan pir dûr e, û em neçar in ku rojê çend caran werin da ku avê bibin.”

Ferhayê wiha dewam kir: "Em avê bi gelek awayan digihînin male; galonan datînin ser serê xwe yan bi destan an jî bi erebeyên avê, lê ev hemû rêbaz me pir diwestînin.”

Carinan şênî neçar in ku avê ji xwediyên tankerên taybet bikirin, buhayê wan jî giran e, 5 bermîlên av bi bi 35 hezar lîreyan in.

‘KOMÎN XEMSARIYÊ DIKIN’

Ehmed Sîno ku ji koçberên Serêkaniyê ye û li Hesekê dijî, bal kişand ser "xemsariya komînên taxê û meclisa bajêr ku nikarin avê peyda bikin". Sîno bang li Saziya Avê kir: "Alîkariya me bikin û ava vexwarinê bi rêya komînan û tankerên Saziya Avê peyda bikin.”

Pirsgirêka avê ji bo şêniyên Hesekê bûye êş û derdekî rojane. Jin barê herî giran ê vî derdî dikişînin.

 (k)

ANHA