Şêniyên Qamişloyê şehîd Yamin bi peyamên serbilindiyê spart axê

Malbata şehîd Yamin El Caabî got ew bi kurê xwe serbilind e. Apê şehîd jî di merasîma oxirkirinê de got: “Hêviya te şehadeta bû, bi rastî jî te ew hêvî bi dest xist. Gelo ji şehadetê gotineke din xweşiktir heye?!”

16 tebax, 2025   21:54
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Yamin El Caabî li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Şervanê Erka Xweparastinê Yamin El Caabî 11`ê Tebaxê di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Kesrat ê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûbû.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim axivî û got: “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdên me yên pakrawan ditewînin. Şehîd Yamin, di berxwedana li hember êrişa tirsonak û xedar a DAIŞ`ê de şehîd bû.”

Ehmed Adil Îbrahîm jî li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê axivî û got: “Di kesayeta hevalê me Yamin de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em soz didin dayîkên xwe ku rêya hevalên xwe yên şehîd bidomînin.”

Her wiha apê şehîd Mihemed El Caabî jî axivî û got: “Em bi şehadeta Yamin hem xemgîn in hem serbilind in. Şehadet her tim xewna wî bû. Bi rastî jî ew xewn bi dest xist. Wî fêrî min kir çawa şehîd bim. Çawa xatir ji malbata xwe bixwazim. Rûyê te ronahî ye. Gelo ji şehadetê xweşiktir heye! Gelo ji şehîd bedewtir heye! Em ê te di nava tilîliyan de oxir bikin.”

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê, girseyê cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de spart axê.

(şx)

ANHA