Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist

Karmendên qada tenduristiyê yên bajarê Hesekê derketin xwepêşandanê û got ev bûye 3 meh mûçeyên xwe wernegirtine.

Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist
Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist
Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist
Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist
Li Hesekê karmendên tenduristiyê xwepêşandan li dar xist
9 îlon, 2026   13:25
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê karmendên tenduristiyê yên entegreyî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta veguhêz bûne, derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya Nexweşxaneya Gel a Hesekê hate lidarxistin. Bi dehan bijîşk, rêveber û karmendên tenduristiyê tev li xwepêşandanê bûn.

Di xwepêşandanê de daxuyaniyek ji aliyê Dr. Remzî Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 3 meh e piştî ku entegre bûne, karmendan mûçeyên xwe wernegirtine, lê wan karê xwe berdewam kiriye û nesekinîne. Karmendan daxwaz kir ku mûçeyên wan di demeke lez de bidin wan û bi qanûnî navên wan werin qeydkirin da ku pirsgirêk careke dîtir dernekeve.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew ji ber erkê xwe yê mirovî dê karê xwe berdewam bikin lê ew ê her tim daxwaza mafên xwe bikin.

(np)

ANHA