Di teqîna li gundewarê Idlibê de 8 kes birîndar bûn

Di teqînekê de li cihê ku Wezareta Parastinê wekî "depoyek demkî ji bo berhevkirina çek û bermayiyên şer" bi nav kir, li nêzî bajarê Sarmada li gundewarê Îdlibê 8 kes birîndar bûn.

Di teqîna li gundewarê Idlibê de 8 kes birîndar bûn
9 îlon, 2026   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku teqîn li gundewarê parêzgeha Îdlibê li "depoyek demkî ji bo berhevkirina çek û bermayiyên şer" li nêzî bajarê Sarmada, li bakurê Îdlibê çêbûye.

Daxuyaniyê diyar kir ku di encama teqînê de çend karmendên wezaretê birîndar bûne.

(k)

ANHA