Li herêma Cizîrê bihayê mazotê bilind bû

Li herêma Cizîrê bêyî ku biryareke fermî were dayîn, bihayê mazotê ji nişka ve zêde bû.

Li herêma Cizîrê bihayê mazotê bilind bû
13 nîsan, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve li tevahiya benzînxaneyên herêma Cizîrê bihayê mazotê ji nişka ve bilind bû.

Kesên ku li benzîxaneyan dixebitin diyar kir ku bihayê lîtreyeke mazotê ji 5 hezar û 600 lîreyan (nêzî 50 sentên amerîkî) gihaştiye nêzî 9 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê an ku nêzî 75 sentên amerîkî.

Der barê vê bihabûnê de aliyên têkildar daxuyanî nedane.

Tê zanîn ku bilindbûna bihayê mazotê bandorek rasterast li rewşa debarê dike û dê bibe sedema bilindbûna bihayên veguhestin û kel û pelên din.

Di 2 hefteyên dawîn de li herêma Cizîrê aloziya mazot û benzene derket. Bi sedan erebe demek dirêj li pêşiya staasyonan di dorê de disekinin.

(bb)

ANHA