Li başûrê Lubnanê 13 kes hatin kuştin

Di 2 êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 13 kes hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn. Şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê dewam dike.

Li başûrê Lubnanê 13 kes hatin kuştin
13 nîsan, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tendruistiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bajarokên Tifaha û Marûb ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Li gorî wezaretê di her du êrişan de 13 kes hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku di êrişa li ser bajarokê Tifahayê de 9 kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn û di êrişa li ser Marûbê de jî 4 kes hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê herêmên Nebetiye, bajarokên Mifêdûn, Şokîn, Qelîla, Biyût Seyad ên navçeya Siwerê û bajarokê Mecdelzûn bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, li bajarokên Bint Cibêl, Xeyam, Şemi û Serafê ji saetên vê sibehê ve di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer rû dide.

Hizbullahê ragihand ku wê bi mûşekan li wargehên Kiryat Şemûna û Dofîfê daye.

(bb)