Li Fransayê balafir ket 11 kes mirin

Li Rojhilatê Fransayê balafira sivîl a paraşutvanan dibir ket. Di encama qezaya balafirê de 10 paraşutvan û pîlotê balafirê jiyana xwe ji dest dan.

Li Fransayê balafir ket 11 kes mirin
28 hezîran, 2026   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Meurthe-et Moselle yê rojhilatê Fransayê balafira sivîl a paraşutvanan dibir ket. Di encama qezayê tevî pîlot û 10 paraşutvan jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê sedema qezayê tu agahî nehatin bidestxistin.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.