Zanîngeha Kobanê beşa fêrbûna vekirî dest pê kir

Zanîngeha Kobanê Beşa Fêrbûna Vekirî vekiriye û di 8 beşên akademîk de  2 hezar û 200 kesan xwetomar kir.

Zanîngeha Kobanê beşa fêrbûna vekirî dest pê kir
28 hezîran, 2026   16:36
Kobanê

Zanîngeha Kobaniyê Beşa Fêrbûna Vekirî wekî gavek ji bo peydakirina derfetan ji bo xwendekarên ku ji ber şert û mercên cûrbecûr nekarîn xwendina xwe ya zanîngehê biqedînin da destpêkirin. Ev beş dê alîkariya wan bike ku pêvajoya xwe ya akademîk di nav pergaleke perwerdehiyê ya nerm de bidomînin.

Serokê Beşa Fêrbûna Vekirî li Zanîngeha Kobanê Selah Muslim, diyar kir ku beş nêzîkî 2 meh berê dest bi xebatê kiriye. Muslim da zaîn ku 8 beş di nav 5 fakulte û çend enstîtuyan de hatine vekirin, di nav wan de: Fakulteya Hunerê (bi beşên Erebî, Kurdî û Îngilîzî), Fakulteya Hiqûqê, Fakulteya Perwerdehiyê (Beşa Perwerdehiya Mamosteyên Seretayî), Enstîtuya Xwendinên Hiqûqî, Enstîtuya Hesabdariyê û Enstîtuya Bilind a Medyayê.

Muslim got ku zanîngehê heta niha li seranserê 8 beşên xwe 2 hezar û 200 serlêdan wergirtiye û qeydkirina yekem roja Çarşemê ya borî dest pê kir û dê heta hefteya bê bidome.

(k)