Li ber konsolxaneya Almanyayê ya li Stockholmê çalakiya protestoyî
Kurd û dostên wan li dijî qedexeya PKK’ê û ji bo azadiya welatparêzên Kurd ên li girtîgehên Almanyayê tên girtin, li ber Konsolxaneya Almanyayê ya li Stockholmê çalakiya protestoyî li dar xistin.
![Li ber konsolxaneya Almanyayê ya li Stockholmê çalakiya protestoyî](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_65592294e6e94.jpg)
Kurdan û dostên wan di çalakiyê de pankartên “Em hemû PKK’yî ne”, “Qedexeya PKK’ê rakin” hilgirtin û dirûşmeyên ‘’PKK Gel e, Gel li vir e’’ û “Kujer Erdogan” berz kirin.
Di çalakiyê de hevserokê DTKM’ê ya Stockholmê Latîf Cebe axivî û wiha got: “Almanya baş dizane ku gelê Kurd mafdar e û dixwaze vî mafî biçûk bike û ji bo vê jî bi salan e li dijî hemû sazî û welatparêzên wê hewldanên krîmînalîzekirinê dimeşîne. Tevî her tiştî nikarin bi ser bikevin, ji ber ku Rêber Apo û vîna vî gelî van hemû hewldanan pûç kirine."