Li Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya

Li herêma Hîndîkûş a li bakurê Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya.

Li Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya
11 ÇILE, 2024   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) ragihand ku li herêma Hîndîkûş a li bakur Rojhilatê Efganistanê, roja Pêncşemê danê nîvro bi 6.4 pileyî erd hejiya.

Hate ragihandin ku erdhej li herêma Cûrmê bi dema herêmê saet di 14:00 de pêk hat.

Li vê herêma çiyayî ku gelek caran erdhej lê dibe, nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Hate ragihandin ku hem Kabûl hem jî paytexta Pakistan Îslamabad bi erdhejê hesiyan.