Li 3 navçeyan şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Li 3 navçeyên kantona Cizîrê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

11 ÇILE, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Li navçeya Tirbespiyê ya  Qamişloyê ya kantona Cizîrê civînek hat lidarxistin. Civîn li hola PYD’ê bi beşdarbûna bi sedan kesî, nûnerên siyasî û saziyên sivîl û xizmetguzariyê de hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Nesrîn Temo axivî û têkoşîna her sê jinên şorşger vegot.

Rêvebera Kongra Star Medya Mihemed jî got: "Hedefkirina her sê jinên têkoşer li Parîsê li pêşiya çavê hikumeta Fransa û cîhanê nîşaneya tevkariya wan bi dewleta Tirk a faşîst re diyar dike."

Medya Mihemed anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe dê rêya azadiyê ya li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna her sê jinan hat pêşandan.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê jî bîranînek li hola navenda çand û hunerê hat lidarxistin.

Di civînê de endamên Kongra Sar, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û meclis, nûnerên partiyên siyasî û Federasyona Gaziyên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Kongra Star Huda Elî axivî û got: "Komkujiyên li dijî jinên pêşeng asta tirsa perglên mêtînger ji kesayeta jinên pêşeng ên ku civakên durist ava dikin, îsbat dike."

Huda Elî anî ziman ku dê têkoşîna her sê şehîdan bidomînin.

Civîn bi pêşandana sînevîzyonekê li ser têkoşîna her sê şehîdan bi dawî bû.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê bîranînek ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin. Endama Kongra Star a Dêrikê Gulîstan Osman axivî, şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan da.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser her sê şehîdan hat pêşandan.

(bb)

ANHA