Çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî hêzên Şamê kir

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiya Humsê kir. Hêzên hikumeta Şamê ber bi bajarokê Kom ê devera Suxnayê ve vekişiyan.

Çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî hêzên Şamê kir
11 ÇILE, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHR’ê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên Firqeya 17’an a hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokê Teybe yê li rojhilatê Humisê kir û di navbera her du aliyan de şer derket.

SOHR’ê da zanîn ku çeteyan rêya Kom-Suxne girt û di encamê de leşkerên Firqeya 17’an ber bi bajarokê Kom ve vekişiyan.

Di 9’ê Çileyê de çeteyan li herêma Stasyona 3’yan a li rojhilatê Humisê êrişî otobuseke hêzên hikumeta Şamê kiribû. Di encamê de 14 leşker hatibûn kuştin û zêdetirî 19 leşker jî birîndar bûbûn.

(bb)