HRANA: Di rojekê de 9 sivîl mirin, 18 jî birîndar bûn

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê yê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 18 jî birîndar bûn.

HRANA: Di rojekê de 9 sivîl mirin, 18 jî birîndar bûn
26 adar, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawîn a şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê belav kir.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 13 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 90 êriş hatin pêkanîn ku 23 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 18 jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Esfehan, Hurmizgan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî û Faris hatine pêkanîn.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 464 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 217 jê zarokin.