Li dijî qeymeqamê Derayê êrişek pêk hat

Komên çekdar li Derayê êrişî qeymeqamê Derayê û sekreterê partiya Baasê yê şaxê Derayê û şandeyê pê re kir.

Li dijî qeymeqamê Derayê êrişek pêk hat
4 îlon, 2024   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA`yê ya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku komeke çekdar êrişî karwanê qeymeqamê Derayê û sekreterê giştî yê partiya Baasê yê şaxê Derayê û şandeyê pê re kiriye. 

Li gorî ajansê, çekdaran bombeyek li ser rêya karwan li rojhilatê Derayê bi cih kiriye û dema seyare di ser re derbas bûye, teqiyaye. Lê agahiyên dîtir der barê encamên êrişê de parve nekirin.

(şx)