Leşkerên Tirk şivanek birîndar kir
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi guleyan êrişî şivanekî kir û birîndar kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku li kantona Firatê şivanek bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bûye.
Navendê dîmenên şivên dema li nexweşxaneyê tê dermankirin jî parve kirin.
Li gorî dîmenan, navê şivan Etallah Xalid El Atî ye, ji şêniyên gundê Beşîr ê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. El Atî diyar kir ku dema li dora gund pez diçêrand, leşkeran ji baregeha li hember gundê Beşîr gule lê barandine û di encamê de ji milê xwe yê rastê birîndar bûye.
Dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirine û bi awayekî sîstamatîk gundên li nêzî herêmên dagirkirî bi çekên giran û navîn topbaran dike.
Gelek caran hewl daye bikeve wan gundan, lê hêzên meclisên leşkerî rê nadin. Herî dawî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 7 êrişên çeteyên dewleta Tirk têk birin ku hewl dan bikevin gundên Minbicê.
(şx)