Beşdarên merasîmê şehîdên HPG`ê de: Em ê armanca wan pêk bînin

Di merasîmê her du gerîlayên HPG`ê Welat Alikî û Serhed Çarçella de beşdaran soza xwe ya bi şehîdan re nû kir û got: “Em ê armanca şehîdên xwe pêk bînin”.

4 hezîran, 2024   20:14
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Welat Alikî (Raman Cela) yê ku 27`ê Kanûna 2023`an li bajarê Mêrdîn şehîd bûye, şehîd Serhed Çarçella (Esed Raîd) yê ku 8`ê Nîsana 2024`an li Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo li dar xist.

Şêniyên Qamişloyê, hevalên her du şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê, Kongra Star û nûnerên ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di bin konê sersaxiyê de amade bûn.

`DIJMINÊ ME BI ME NIKARE`

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û diyar kir ku gerîlayên azadiyê ji bo gelan tê dikoşin, dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê dixwazin wan tune bikin, li hemberî vê daxwazê roj bi roj vîna gerîlayên azadiyê xurttir dibe û got: “Dijminê me bi me nikare, gerîlayên me li pişta me ne, şehîdên me hebûna me ne. Her dem em li pey şopa wan in.”

`HÊZA GEL NAYÊ ŞIKANDIN`

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî da zanîn ku gelê Kurd li Kurdistanê her dem di rêya xwe ya rast de ye, ji bo parastina xaka xwe her dem tişta herî buha li cem xwe daye, li hemberî wan îxanetkar hene û bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin û wiha pê de çû: “Hêz û îradeya gel heye û nayê şikandin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Xêr Elîka axivî û destnîşan kir ku ew weke gel li ser keda şehîdên xwe mezin bûne û mezin dibin û wiha got: “Em ê armanca şehîdên xwe pêk bînin.”

Endama Kongra Star Şaha Hesarî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çi qasî kiryaran li dijî wan pêk bîne, ew ê dest ji doza xwe bernedin. Ew ê di kolanên Kurdistanê de têkoşîna xwe bidomînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya şehîd Welat Alikî û Serhed Çarçella radestî malbata wan kirin.

Merasîm bi berzkirina slogana “Şehîd Namirin” û guhdarkirina gotinên Şehîd Welat Alikî û Serhed Çarçêlla bi dawî bû.

(sb)

ANHA