Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de dest, ling û çavekî xwe winda kir, lê îradeya wî neşikiya û dibîne ku peyama wî ya rastîn berdewamkirina dozê ye û fedakariyên hevrêyên xwe di bîrewariya xwe de zindî bihêle.

Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
Şervanê gazî yê xwedî îradeya xurt: Bahoz El Hol
13 cotmeh, 2025   07:25
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji bo xelkê herêmên berfireh ên Sûriye û Iraqê kabûsek bû, û xelkê bajarê Holê yê girêdayî Hesekê xwedî pareke zêde ya êş û zehmetiyan bû. Çeteyan bajar kontrol kir û veguherand nuqteyeke navendî ya alîkar û veguhestinê di navbera Iraq û Sûriyeyê de û li dijî şêniyan hovantirîn cureyên qetilkirin û îşkenceyê bi kar anîn.

Di her bûyerek kuştin û wêrankirinê de nifşekî nû yê berxwedêr li Holê çêdibû. Wan nifşan biryar dida cihê çeteyên DAIŞ’ê li xaka wan tune ye. Yek ji wan kesan Siûd Hemîd El Îbrehîm e navê wî bi Bahoz El Hol tê nasîn. Di dawiya sala 2015’an de Hol ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

JI REQA, DIŞÎŞA Û HETA HECÎNÊ

Bahoz El Hol cihê xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê de girt. Ji wir tev li pêngava rizgarkirina Dişîşa, gundewarê Dêrazorê bû, herî dawî di pêngava rizgarkirina bajarê Hecîn de rol girt.

Di roja 27’ê Kanûna 2018’an de û di pêngava rizgarkirina Hecînê de mayînek bi Bahoz de diteqe. Di encamê de dest, ling û çavekî xwe winda dike. Ji wê demê ve berxwedana xwe di qonaxeke nû de dide meşandin.

HEVALTIYA BÊ DAWÎ

Hevalê Bahoz, Ebdela El Elî li ser berxwedan û têkoşîna wî ev gotin kir: “Bahoz di nava hevalên xwe de dihat hezkirin. Wêrek û fedekar bû. Ji bo pêkanîna erka xwe tu caran gav paş ve nediavêt. Çiqasî erka wî metirsîdar bû, di pêkanînê de dudilî nedibû. Bahoz bi birîndariyê bê îrade ne bû. Têkoşîna xwe bi rêbazeke din dewam kir. Çalakiya xwe di nava hevalên xwe de dewam dikir. Tevî hemû çalakiyên gelêrî yên di bajarê wî de têne lidarxistin dibe. Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Di firka rêbertî de projeya mirovî, exlaqî û nirxê azad û rumetê dîtiye.”

VÎNA JI BIRÎNÊ BIHÊZTIR

Tevî ling û destê xwe winda kiriye, Bahoz ji meydana têkoşînê bi dûr neketiye. Tev li hemû çalakiyên li bajarê wî têne lidarxistin dibe. Tev li hemû çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibe, mezehebpererstiyê red dike, êriş û koçberiya bi darê zorê şermezar dike. Bahoz dibîne ku peyama wî ya rastîn berdewama di parastina doza xwe de û hiştina fedakariyên hevrêyên xwe mejiyê xwe de ye.

SEMBOLA AZADÎ Û FEDAKARIYÊ

Bahoz El Hol yek ji ciwanên destpêkê yên xeta berxwedana li dijî DAIŞ’ê hilbijartiye. Ji bo azadiya gel û xaka xwe beşek ji canê xwe feda kir. Bahoz peyamek ji QSDˊê, şervanên li eniyan re şand û got birîndarên şer her tim li kêlek we ne û ji bo welat amade ne canê xwe feda bikin."

(dc)

ANHA