Li Dêrazorê plana çaksazkirina stasyonên avê

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a kantona Dêrazorê ji bo çaksazkirina tevahî stasyonên avê yên rojavayê Dêrazorê dixebite. Li kêlek wê boriyên torên avê bi hin boriyên fireh diguhere.

27 adar, 2024   05:38
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Ji bo pêkanîna encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlekarî û Aramiyê ya Dêrazorê û ji bo xwedîderketina li bangên şêniyan, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a kantona Dêrazorê gelek stasyonên avê çaksaz kirin û torên avê yên berê bi yên mezin guhartin.

PROJEYÊN ÇAKSAZKIRINA STASYONÊN AVÊ

Desteyê stasyona Hesan û stasyona gundê Hewayêc Bomesa çaksaz kir. Di çaksazkirinê de qûma fîlteran hat guhartin û klor hat zêdekirin da ku av bê paqijkirin. Her wiha dînamo jî hatin guhartin.

Stasyona gundê Seiwe bi temamî jî hat çaksazkirin, tê de fîlterên qûmî hatin zêdekirin, qûm hat guhertin û dînameyên di saetekê avê bi hêza 200 metrekab didin hatin siwarkirin û dînamoyên xamî ku avê di saetekê de bi hêza 200 metrekab didin hatin siwarkirin.

Li gundê Hemar El Elî desteyê stasyona gund çaksaz kir û dînamoyên berê hatin rakirin û yên nû hatin siwarkirin û fîlterên qûmî û qûm hatin guhertin û klor hat zêdekirin.

Li stasyona avê ya Kesra jî desteyê dînamo guhartin û stasyona avê ya bajarokê Keber ku stasyonên herî mezin ên rojavayê Dêrazorê ne hate tamîrkirin. Tê de qûma kevin hat nûkirin û dînamoyên ku di saetê de 300 metrekab avê dide, hatin siwarkirin û dînamoyên din hatin zêdekirin.

Her wiha li stasyona gundê Mîlac dînamo hatin guhartin û klor ji bo dezenfektekirinê li stasyonê hat zêdekirin.

PROJEYÊN TORÊN AVÊ

Bi armanca peydakirina ava vexwarinê ji bo tevahî şêniyan desteyê torên ava vexwarinê yên rojavayê Dêrazorê guhertin. Tora avê ya gundê Hewayêc Bomesa bi dirêjiya hezar û 500 metreyan û bi eşkêla 5 inchan berfireh kir û tora avê ya gundê Hewayêc Ziyab bi dirêjiya hezar û 550 metreyan û bi eşkêla 4 inchan guhert.

Her wiha li stasyona avê ya Dêro xetek bi dirêjiya 2 hezar û 250 metreyan bi eşkêla 10 inchan, li stasyona Kesra xetek bi dirêjiya hezar û 750 metreyan bi eşkêla 10 inchan, li gundê Hemar El Kesra xetek bi dirêjiya hezar û 700 metreyan bi eşkêla 6 inchan hatin siwarkirin. Li stasyona Cezret El Mîlac bi dirêjiya hezar û 600 metreyan bi eşkêla 6 inchan torên avê hatin guhertin.

Der barê planên pêşerojê de serokê yekîneyên avê yên rojavayê Dêrazorê Hesen El Şemel ji ajansa me re got: "Di dema bê de em ê projeyên din pêk bînin. Wek temamkirina stasyonên Hesan, Cenînê û Mihêmîde. Her wiha em ê stasyona Dêro, Hewayêc Ziyab, Hermûşiyê, Boşems û Cezret El Bohemîd bi giştî temam bikin."

El Şemel diyar kir ku ev gav bi armanca pêşxistina rewşa avê li herêmê ne ku di dema bê de stasyonên nû dê bên avakirin da ku pêdiviyên şêniyan bên peydakirin.

(mh)

ANHA